'AKP di siyasetê de tehemûlî jinê nake'

  • 11:10 30 Çile 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
STENBOL - Siyasetmedarên jin ên Stenbolê ku betek nîşanî binçavkirin 22 jinên di encma operasyona navçenda wê Şirnex bû de hatin binçavkirin dan, diyar kirin ku hedefgitina jinan a beriya hilbijartinên 31'ê Adarê bi zanebûn tê kirin û ev tişt  gotin: "Siyaseta AKP'ê tehemûlî jinên siyasetmedar nake û ji wan ditirse."
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat destpêkirin de duh di encma operasyona ku li dijî jinên siyasetmedar hat kirin de 22 jin hatin binçavkirin. Di encma serdegitinên malan ên di çarçoveya operasyona hemdem de ku li 7 bajaran hat kirin de, Hevseroka Sendîkaya DÎSK Genel - Îş'ê ya Şirnexê Zeynep Îdîn a du  canî û Ayfer Şahîn Bîlîcî ya 8 mehî ducanî piştî îfadeya wan a li dozgeriya serbest hatin berdan.
 
Li gel ku kar û barê 20 jinên din ên bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê kirine" di bin çavan de berdewam dike, di çarçoveya heman operasyonê de hat aşkerakirin ku derbarê 10 jinên din de jî biryara binçavkirinê heye. Operasyona ku beriya 31'ê Adarê hat kirin ji aliyê jinên li stenbolê ve bû sedema bertekan.
 
'Di nava siyasetê de tehamûlî jinê nakirin'
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Stenbolê Emîne Caynak, diyar kir ku beriya hilbijartinên 31'ê Adarê jin bi zanebûn hedef tên gitgin û wiha berdewam kir: "Di nava jinên ku tên binçavkirin de namzedên heşaredartiyê , rêveberên bajar û navçeyan hene.  Wê berdewamiya vê jî bê. Ji ber ku AKP'ê tu caran siyasta ji aliyê jinan ve tê kirin qebûl nekiriye û tehemûlî jinan di nava siyasetê de nake. Ji ber vê her daîm bi operasyon, binçavkirin û gitinan dixwaze ku jinan bê zar bike. Lê bila bizanibin ku wê bi vê rêbazê jî nikaribin jinan bê deng bikin."
 
'Hun 10 jinan bigirin 20 hezar jinên din heye'
 
Hevseroka DBP'ê ya navçeya Buyukçekmeceyê  Kumru Akgul jî çalakiya Leyla Guven ku di roja 84'emîn de li dijî tecîrda li Îmraliyê berdewam dike û ya gitiyên din bi bîr xist û got ku ew ne tenê ne. Kuru ya ku bertek nîşanî operasyona li dijî jinan hat kirin da wiha got: "Duh dîsa li Şirnex û li Wanê operasyon pêk hat û jin hatin binçavkirin. Partiyên din ên siyasî çawa bin HDP jî yek ji wan e. Gelo ji jinan gelek ditirsin ji ber wê jinan binçav dikin . Ez careke din dibêjim ku bi tundiyê nikarin me bêzar bikin. Dema hûn 10 jinan bigirin  hezar jinên din heye, 20 milyon jin hene. Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Gultean Kişanak û hemû jin rûmeta me ne. Em hata dawiyê li ser şopa wan in. Em li welatekî ku jina 8 mehî ducanî tê gitin dijîn.  Lê bila baş bizanibin ku em li vir in û têk naçin."
 
'Herî zêde ji jinan ditirsin'
 
Ji Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Saîme Tonguç, diyar kir ku ji ber jin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  hestiyartir tevdigerin herî zêde ew hedef tên gitin û ji jinan ditirsin. Saîme wiha berdewam kir: "Em wekî gel û wekî jinên li Stenbolê, wekî Leyla Guven, hevalên li girtîgehan di greva birçîbûnê de divê ku em bêhtir li dijî tecrîdê têbikoşin û ji bo aştî, wekhevî û Rêberê xwe her daîm li ser piyan bin. Li dijî tişta tê jiyîn dilê dayikan bêhetir dişewite. Zarokên gelek dayikan di gritîgehê de ne û ji ber vê jî dayik bêhtir di nav têkoşînê de ne. Dewlet wekî ku ji dayikan ditirse ji zarokên wan jî ditirse.  Ji ber ku dizanin wê zarokên van dayikan hesap ji wan biprisin. Ji bo dewletê jin zarok, kal û pîr qet ferq nake, kî di ber keve binçav dike û digre. Em bang li dayikan dikin ku rabin ser piyan, tevlil mîtînga dê di roja 3'yê sibatê de li Stenbolê bê kirin bibin, li çalakiya Leyla Guven û ya gitiyan û li Rêberê xwe xwedî derên."