Jinên Efrînê: Em teslîm nabin
- 10:08 30 Çile 2019
- Rojane
Tolîn Mihemed
ŞEHBA - Derbarê hewldana dewleta tirk a ji bo herêma ewle de jinên Efrînê diyar kirin ku li dijî hemû êrîşan ew her di nava têkoşînê de ne û wiha gotin:"Erdogan dijminê Kurda ye û tu carî dijminê mirovan nabe dost. Em ê li dijî êrîş û gefên Erdogan her li berxwe bidin. Em teslîm nabin."
Têkildarî êrîş, gef û hewldana dewleta tirk a ji bo herêma ewle jinên Efrînê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Dema Erdogan û hevkarên xwe êrîş nekin jixwe aramiya Sûriyeyê dê çê bibe. Yê ku êrîşî aramî û ewlehiya Sûriyeyê dike dewleta tirk û hevkarên wê ne."
'Serkeftin û têkoşîn her a me ye'
Melek Eloş wiha got:"Em Erdogan û çeteyên wî qebûl nakin. Yên ku gel û xwezayê qetil dikin ew in. Tevî hemû derfetên kêm em ê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran bidomînin. Serkeftin û têkoşîn her a me ye."
'Em ê li dijî zihniyeta dagirker her li berxwe bidin'
Sultanê Şûkrî wiha got:"Em êrîş, zext û hewldana ji bo herêma ewle qebûl nakin. Ev yek tenê ji berjewendiyên dewleta tirk û çeteyên wê xizmetê dike. Ev der axa me ye. Tu heqê kesî tune ye ku axa me dagir bike. Em ê li dijî zihniyeta dagirker her li berxwe bidin."
'Em teslîm nabin'
Gulê Abudullah jî wiha dibêje:"Bila dagirker ji nava axa me derkevin. Axa me bi xwîna şehîdên me hatiye avdan. Erdogan dijminê Kurda ye û tu carî dijminê mirovan nabe dost. Em ê li dijî êrîş û gefên Erdogan her li berxwe bidin. Em teslîm nabin.Dema Erdogan û hevkarên xwe êrîş nekin jixwe aramiya Sûriyeyê dê çê bibe. Yê ku êrîşî aramî û ewlehiya Sûriyeyê dike dewleta tirk û hevkarên wê ne."