Mala Leyla Guven di bin dorpêça polîsan de ye
- 10:07 30 Çile 2019
- Rojane
AMED - HDP'yiyên ku hatin ber mala Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku di bin dorpêça polîsan de ye, bi çepik û lîlandinê piştgiriya xwe pê re ragihandin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecîrîda li Îmaraliyê di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi gereva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger kir û çalakiya wê îro di roja 84'emîn de berdewam dike. Leya ya ku çalakiya xwe li girtîgehê da detspêkirin piştî ku di 25'ê Çileyê de hat tahliyekirin û şûnde çalakiya xwe li malê berdewam dike.
Piîtî ku Leyla Guven dest bi çalakiya grevê kir û şûnde avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê û Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi TOMA, renger, wesayitên zirxî bi polîsan hat dorpêçkirin. Piştî ku Leyla hat tehliyekirin vê carê jî mala wê ya ku lê çalakiya xwe berdewam dike ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Bi lîlandina xwe piştgirî dan Leylayê
Li gel dorpêça polîsan a li ber mala Leylayê, parlamentera HDP'ê Remziye Tosun, Zamzedên Hevşaredartiyê yên Peyasa Amedê û rêveberên HDP'ê yên Amedê duh hatin ber mala Leyla Guven. Koma ku li pêş paceya odeya Leyla Guven rawestiya bi çepik û Lîlandinê piştgirî dayê lê ji ber ku Leyla bê hal bû nikaribû ew silav nekirin.
Koma HDP'ê piştre bi dirûşim û lîlandinê belav bû.