'Jîneolojî heqîqeta jiyanê ye'
- 09:59 30 Çile 2019
- Rojane
Hesna Mihemed
ŞEHBA - Mamosteya Jîneolojiyê Yasmîn Mihemed derbarê Zanista Jîneolojî de got:"Jîneolojî ji bo famkirin û nêrîna jiyanê xwedî taybetmendiyek mezin e. Jin her daxwaza aramî û wekheviyê dike. Di jîneolojiyê de aramî û wekhevî heye."
Derbarê girîngî, taybetmendî û bandora Zanista Jîneolojiyê ya li ser civakê de Mamosteya Jîneolojiyê Yasmîn Mihemed nêrînên xwe anî ziman û got:"Bedena jinê dişibe xwezayê, jineolojî wate û pênaseya xwezayê ye. Jîneolojî heqîqeta jiyanê ye. Bandorek wê ya girîng li ser civakê heye. Loma divê Zanista Jînolojiyê baş bê famkirin."
'Piştî ku zihniyeta baviksalarî belav bû wekhevî ji holê rabû'
Yasmînê diyar kir ku Zanista Jîneolojiyê ji bo civakê pêdiviyek girîng e û wiha got:"Jinê ji dîrokê heta niha her dem ked daye, her dem xizmet ji wekheviyê û hezkirinê kiriye. Jin her dem di her mijarê de hestiyar tev geriyaye. Jin her dem li dijî yekperestiyê sekiniye. Lê piştî ku zihniyeta baviksalarî belav bû şûnde wekhevî ji holê rabû. Şerê di navbera mirovan de geştir bû, jin û civak hatin çewisandin. Loma ji aliyekî din ve jî Zanista Jîneolojiyê tê wateya têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî jî."
'Tehemulî serkeftina jinê nehat kirin'
Yasmînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema mêr bûn şahidê serkeftina jinê ev yek tehemul nekir. Tehemulî serkeftina jinê nehat kirin. Loma her keda jinê binax kir. Civakên li dora jine hatibûn gel hevdu, belav kirin. Fikra serbixwe ya Jînolojiyê ya Rêber Apo ye. Bi vî awayî Rêber Apo xwest ku civakek xwezayî û azad bê afirandin. Xwest jin azad bibe. Bi saya fikrê Rêberê me jin gihaştin gelek armancên xwe. Em dixwazin hemû jin fikir û felsefeya Rêberê me nas bike û li dijî zinhiyeta desthilatdar derkevin. Jîneolojî ji bo famkirin û nêrîna jiyanê xwedî taybetmendiyek mezin e. Jin her daxwaza aramî û wekheviyê dike. Di jîneolojiyê de aramî û wekhevî heye.Bedena jinê dişibe xwezayê, jineolojî wate û pênaseya xwezayê ye. Jîneolojî heqîqeta jiyanê ye. Bandorek wê ya girîng li ser civakê heye. Loma divê Zanista Jînolojiyê baş bê famkirin."