Dayikên Aştiyê:Bila ewrên reş ên li ser Îmraliyê êdî belav bibin
- 09:08 30 Çile 2019
- Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku polîtîkayên şer ên hikûmetê canê hemû dayikan dişewitîne û wiha got: “Divê hemû dayik li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Madem em hemû heman êşê dikşînin wê demê ev bêdengî çi ye? Bila ewrê reş ên li ser Îmraliyê belav bibin. Bila Tirkiye ronî bibe.”
Çalakiya gireva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dabû destpêkirin û di roj a79’an de hatibû tahliyekirin, niha li mala wê berdewam dike. Piştî Leylayê ji 200’î zêdetir girtî ketin grevê û ew jî greva xwe didomînin.
Jinên ji roja ewil de xwedî li çalakiya Leylayê derketin diyar kirin ku Leyla îradeya wan e û gotin divê tecrîd rabe, tu kes li dijî vê bêdeng nemîne.
‘Wijdan têk çûne’
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bedîa Gokyuz destnîşan kir ku berxwedana li dijî zilmê pîroz e û wiha got: “Ew çiqas dengê me qut bikin jî dilê me bi têkoşerên di gireva birçîbûnê re ye. Em ligel wan in. Li ku zilm hebe em li wir li dijî zilmê ne. Ji ber dilê me dayikan dişewite. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Gelo wijdanê cîhanê têk çûye, çima wisa bêdengî heye? Dema mijar dibin Kurd her kes bêdeng dimîne. Dema Kurd dengê xwe derdixin jî bi tanq û topan êrîş dikin. Hewl didin bikin girtîgehan. Em hemû di bin tecrîdê de ne. Tecrîd pêkanînek dijmirovane ye. Ger tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe wê tecrîda li ser Tirkiyeyê jî rabe. Daxwaza Leylayê di cih de ye.”
‘Çima ev bêdengî?’
Guler Bugday jî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em vê êşê baş dizanin. Ne şev ne roj xew ji bo me tune ye. Ev bi salane şerekî giran tê jiyîn. Bêdadî û dijhiqûqî di asta herî jor de ye. Leyla Guven ji bo ev bidawî bibe ketiye grevê. Lê hikûmeta Erdogan li dijî her tiştî bêdeng e. Kezeba dayikên leşkeran, dayikên Kurd û polîsan dişewite. Ger wisa be çima bêdengî heye. Divê her kes guh bidin Leyla Guven.”
Semîha Bozan jî daxuyakirin ku ew grevên birçîbûnê bi nirx dibînin û bêdengiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û saziyên navneteweyî şermezar kir.
Sîman Perî Akyildiz jî daxuyakirin ku Kurdên li Tirkiye û Ewropayê dijîn divê hîn bêtir xwedî li grevên birçîbûnê derkevin û her wiha daxwaz kir ku divê wezareta Dadê demildest bikeve dewrê. Jina bi navê Fatma Çakir jî destnîşan kir ku heta dawî xwedî li têkoşîna girtiyan derdikevin û got roj bê wê dewran jî vegere.