Dosyaya Sultan Irmak jî di nava yên kiryarên wan ne diyar de ye
- 09:05 30 Çile 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Sultan Irmak a bi gotinên ‘Dibêjim av heval av’ di hişan de cihê xwe girt, di ser qetilkirina wê û komkujiya Cizîrê de 3 sal der bas bû. Sultan a bi hêviya ‘wê ji zarokan re azadiyê bîne’ derket rê û gihaşt bêdawîbûnê, dosya wê jî biryara ‘sînorkirinê’ dan ser û bi biryara bêşopandinê hat girtin.
Di roja 41’ê qedexeya derketina derve de guleya topekê li malekê xist û 3 kes di bin avahiyê de man û jiyana xwe ji dest dan. Piştre jî bodrumên hovîtiyê yên Cizîrê ku hemû cîhanê çav û gûhê xwe jê girt derketin holê. Sultan Irmak yek ji kesên ewil di bodruman de jiyana xwe ji dest dabû. Bi gotina ‘av heval av’ di hişan de cihê xwe girt. Sultan Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara tedbîrê red kir şûnde di 30’ê Çileyê 2016’an de ji ber windabûna xwînê jiyana xwe ji dest da. Tevî 3 sal di ser dosyayê de derbas bû tu pêşketin çê nebû.
Dosyaya ku du salan bi biryara ‘sînorkirinê’ hat meşandin bi biryara hewce bi lêpirînê tune ye hat girtin.Ev du sal e li ser dosya Sultanê ku li goristana bêkesan hatiye definkirin, biryara sînorkirinê heye. Nayê zanîn di dosya Sultanê de îdiayên çawa hene û bi çi awayî jiyana xwe ji dest daye.
Tevî îtîrazên parêzeran dadgehê biryara sînorkirinê da ser dosyayê. Hîna ku biryara sînorkirinê nehatibû rakirin vê carê biryara neşopandinê dan ser dosyayê.
Sultan Irmak kî ye?
Di 1996’an de li gundê Cano ya Farqînê hat dinê. Di 8 salî de êrîşa dewletê nas kir. Her tim bi ser mala wan de dihat girtin û malbata wê ji gund koçî bajarên rojavayê Tirkiyeyê dikin. Ji ber pirsgirêkên aborî ya malbatê Sultan li Farqînê mamostetiya beriya dibistanê ya Lîseya Pîşeyî ya Keçan a Razayî tercîh dike. Di qedexeyên derketina derve ya Farqînê de gelek bi bandor dibe û diçe Cizîrê. Sultan bi van gotinan bang li dayika xwe kir: “Zarokan dikujin. Hevalên min ku hîna nizanin çekan bigirin destê xwe, hatin qetilkirin. Em kirin terorîst. Em Kurd in û kes nikare vê biguhere. Em çi bikin ji bo azadiya xwe dikin. Ez tu car serî natewînim. Ger şansê min ê vegera gundê min hebe ez ê ji bo we hemûyan azadiyê bînim.”