Namzeta HDP’ê ya Ekolojîst: Em ê Colemêrgê bikîn bajerekî ekolojîk

  • 09:02 30 Çile 2019
  • Rojane
COLEMÊRG - Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re partiyan jî li gelek bajaran namzetên xwe aşkere kirin. Ji her qada civakî HDP'ê namzedên xwe yên bi reng û nasnameyên cûr bi cûr aşkere kirin. Yek ji van jî namzeta HDP’ê ya  Colemêrgê ekolojîst Seher Kadîroglu Ataş e. Seherê têkîldarî hilbijartinê axivî û got ku piştî 31’ê adarê ew ê Colemêrgê bikin, bajerêkî ekolojîk û bang li hemû jinan kir ku bi reng û tililiyên xwe tevlî xebatan bibin. 
 
Gelên Tirkiyeyê dê di 31’ê Adarê de ji bo rêveberên xwe yên herêmî hilbijêrin biçin ser sindoqan. HDP’ê jî li gelek herêman namzetên xwe ji raya giştî re daxuyandin. Mijara mereqê ye ku li bajar û navçeyên qeyyûm tayînî şaredariya wan hatine kirin dê encameke çawa derbikeve.  Li Colemêrg û navçeyên wê jî qeyyûm hatine tayînkirin û piştî aşkerekirina hilbijartinên herêmî namzetên navend û navçeyên wê aşkere bûn. Namzeta HDP’ê ya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş ya ku bi nasnameya xwe ya Ekolojîst tê zanîn niha namzeta HDP’ê ya Colemêrgê ye.
 
Nasnameyek têkoşer, ji sendikavaniyê heta xebatên jinan…
 
Seher, di sala 1986’an de li navçeya Geverê ji dayik dibe û piştî zanîngehê xwe bi rêxistin dike û di her qadek civakî de di nav têkoşînê de cih digire. Seherê wiha qala jiyana xwe kir;” Ez di sala 1986’an de li gundê girêdayî navçeya Geverê gundê Elverê ji dayik bûme. Piştî ku ez çûm zanîngehê min xwe bi rêxistin kir û piştî ku ez mezun bûm, min li Geverê mamostetiya bi heqrojê kir. Di sala 2013’an de ez tevlî nav xebatên KESK’ê bûm û li wir min di rêveberiyê de cih girt. Di sala 2017’an de ez bi KHK’ê hatime îxrackirin. Armanc ji îxrackirina kedkaran ew bû ku karkeran bi birçîbûnê terbiye bikin. Lê ev plan negihişt armanca xwe. Piştî ku em hatin îxraçkirin, me bi hêzeke xurt li derdora sendikayê xwe bi rêxistin kir û me berxwedana xwe bilindtir kir." 
 
Segerê bal kişand ser xebatên xwe yên derbarê ekolojiyê de jî û wiha berdewam kir: " Di vê pêvajoya xwebirêxistinkirinê de jî ez bûm hevberdevka KESK’ê ya Wanê. Di sala 2014’an de li herêmê meclîsên ekolojiyê hatin avakirin. Min di nav xebatên Ekoljiyê de cih girt û piştre ez bûm, hevberdevka tevgera ekolojiyê ya Mezopotamyayê.Me li her bajarekê bi awayekî birêxistin xebatên ekolojiyê dan meşandin. Her wiha min di nav xebatên jinê de jî cih girt. Herî dawî di sala 2018’an de li Wanê Platforma jinan a Ahtamara hat avakirin û min di wê de jî cih girt. Ji sala 2007’an de hata niha min di nav xebatên hilbijartinê, komîsyonên rêxistinan de cih girt. Niha jî bi vîneke mezin ez ji bo namzetiya hevşaredartiyê hatim hilbijartin.”
 
'Em ê colemêrgê ji betonê rizgar bikin'
 
Seherê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtikayên qeyyûm û got ku 31’ê Adarê dê qeyyûm biçin, vîna gel serbikeve û wiha berdewam kir;” Armanca me ji vê hilbijartinê ew e ku em bajarên ji aliyên qeyyûman ve hatine beton kirin, ji hişmendiya qeyûman a ku şaredarî bi betonê dorpêç kiriye em ê baqij bikin. Hişmendiya ku destûr nede gel bikeve şaredariyan dê di 31’ê adarê de hesab bide gel. Gava ku em bi nêrîneke ekolojîk li bajar dinêrîn qeyûm zirareke mezin daye xwezaya bajêr. Em ê bixebitin û polîtikayên qeyûm yek bi yek teşhîr bikîn. Em ê Colemêrgê ji betonan rizgar bikîn û bikîn bajarekî ekolojîk. Rêvereberiya herêmî ji aliyê qeyûm ve esas nayê girtin. Li gorî hişmendiya qeyûm xîzmeta ji vî gelî re tenê  ji riyan re rijandina asfaltan e. Rêveberiya herêmî pêwîste ku daxwazên gel esas bigire. Em ê gel rêve nebin, gel dê xwe jî û me jî rêve bibe. Em ê tenê ji wan re xîzmetê bikîn.” 
 
‘Gelê colemrgê qeyûman nas nake’
 
Seherê diyar kir ku qeyûm ji serî heta binî bajêr bike zêr jî gel xwedî biryare ku li vîna xwe xwedî derbikeve û got ku gel qeyûman nas neke û wiha pê de çû;” Namzetê AKP’ê yê Colemêrgê qeyûm e. Ev jî nîşanî me dide ku em ne bi parityeke siyasî re di pêşbirkê de ne, em bi tena serê xwe bi pergalê re di pêşbirkê de ne. Em baş dizanîn ku ev hilbijartin dê bi awayêkî demokratîk û hevpar neyê meşandin. Dîsa dê polîtikayên hîle û nelirêtiyan bidin meşandin. Ew wisa difikirin ku ew ê dîsa vîna gel xesp bikin. Lê bila tu kes xwe nexapînê Gelê Kurd biryara xwe daye û dê bi hêzeke mezin biçin ser sindoqan. Hûn êşên vî gelî daxwazA vî gelî û çanda vî gelî nizanin. Hûn bi kîjan baweriyê tên dibin namzetên şaredariya vî gelî? Gel her tiştî baş dizane. Ew Colemêrgê serî heta binî bikîn zêr jî ev gel dê qeyûm nas neke.” 
 
‘Em ê bi deng,reng û tililiyên jinan bajêr bixemilînîn’
 
Seherê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bi tilili û rengên xwe yên cûr bi cûr tevlî xebatên hilbijartinê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî;” Li gel hemû êrîş û zordariyan bêgûman dê vîna gel bi ser keve. Ez bang li hemû jinan dikim û dibêjim  werin em bi hev re  dîsa bajêr bi zimanê dayîkê, bi çanda jinan û rengê jinan bixemilînîn. Werin em dest bidîn hev û bi hêzeke mezin di şaredariyê de têkoşîn û hêza jinan nîşanî her kesî bidîn. Em ê bi deng, reng û tililiyên jinan bajêr bixemilînîn. Serkeftin a jinan e û serkeftin a me ye. ”