ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2019'AN
- 09:00 30 Çile 2019
- Rojev
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re partiyan jî li gelek bajaran namzetên xwe aşkere kirin. Ji her qada civakî HDP'ê namzedên xwe yên bi reng û nasnameyên cûr bi cûr aşkere kirin. Yek ji van jî namzeta HDP’ê ya Colemêrgê ekolojîst Seher Kadîroglu Ataş e. Seherê têkîldarî hilbijartinê axivî û got ku piştî 31’ê adarê ew ê Colemêrgê bikin, bajerêkî ekolojîk û bang li hemû jinan kir ku bi reng û tililiyên xwe tevlî xebatan bibin. BI DÎMEN
*Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di mijdara 2017’an de îstîsmara akran û zordarî hat jiyîn û ev ji aliyê girtîgehê ve ji nedîtîve hat dîtin. Dadgehê di 4 mehan de biryar da. Parêzer Oyku Çakmak diyar ki kir ku refkleksa ji nedîtîve hatinê ya darazê di vê dosyayê de xwe daye der.
*Sultan Irmak a bi gotinên ‘Dibêjim av heval av’ di hişan de cihê xwe girt, di ser qetilkirina wê û komkujiya Cizîrê de 3 sal der bas bû. Sultan a bi hêviya ‘wê ji zarokan re azadiyê bîne’ derket rê û gihaşt bêdawîbûnê, dosya wê jî biryara ‘sînorkirinê’ dan ser û bi biryara bêşopandinê hat girtin.
*Dayikên Aştiyê diyar kirin ku polîtîkayên şer ên hikûmetê canê hemû dayikan dişewitîne û wiha got: “Divê hemû dayik li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Madem em hemû heman êşê dikşînin wê demê ev bêdengî çi ye? Bila ewrê reş ên li ser Îmraliyê belav bibin. Bila Tirkiye ronî bibe.”BI DÎMEN