'Bi rihê berxwedana zîndanan em ê tecrîdê bişkînin'
- 17:04 29 Çile 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Îro bi pêşengtiya Kongreya Star gelê navçeya Tirbespiyê bi meşekê piştgiriya çalakiya Leyla Guven kirin.
Kongreya Star û Partiya PYD’ê ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemergê Leyla Guven bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişkînin" li Qamişloyê meş li dar xist. Meşê li pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir. Di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Her wiha wêneyên Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û PYD'ê hatin hilgirtin. Bi deqeyek rêzgirtin meşê dest pê kir. Meş li ber Çerxa azadiyê veguherî mîtingê.
Li ser navê Kongreya Star Asya Cemila, li ser navê PYD'ê jî Fezîh Husên axivî. Di axaftinan de hat gotin ku dê zihniyeta desthilatdar negihêje armanca xwe.
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.