Çalakiya Konê Greva Birçîbûnê di roja duyemîn de didome
- 16:51 29 Çile 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Konê çalakiya gireva birçîbûnê ku ji aliyê rêveberiya Kongireya Star hate destpêkirin di roja duyemîn de didome.
Ji bo piştigiriya çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê bi pêşengiya Kongreya Star û bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişkînin" çalakiya konê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya Konê gireva birçîbûnê ya ku li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya li Taxa Xerbî ya Qamişloyê hatibû destpêkirin di roja duyemîn de didome.
Îro jî endamên hemû sazî û rêxistinan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana Leyla Guven" hatin berzkirin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de peyam berdewamiya piştgiriya ji bo berxwedêrên zindanan hat dayin.