QSD'ê jinek din a Kurda Êzidî rizgar kir
- 16:25 29 Çile 2019
- Rojane
Ehlam Hecî/Nûpelda
ŞENGAL - Şervanên QSD'ê jinek û zarokek ên Kurdên Êzidî ji destên çeteyan rizgar kir. Jin û zarok ên ku hatin rizgarkirin ji aliyê Meclîsa TAJÊ ve radestî malbata wan hat kirin.
Şervanên QSD'ê jinek û zarokek ên Kurdên Êzidî ji destên çeteyan rizgar kir. Jin û zarok ên ku hatin rizgarkirin ji aliyê Meclîsa TAJÊ ve radestî malbata wan hat kirin. Jina bi navê Suad Devid Çeto ya 21 salî û ji Gundê Til Ezêrê û zarokê bi navê Hesen Huseyin Salih ê 6 salî û ji Gundê Til Qesebê ku hatin rizgarkirin, diyar kirin ku ji ber hatine rizgarkirin gelek bextewar in. Zarokê bi navê Hesen Huseyin Salih ji ber ku di temenekî biçûk de ji aliyê DAÎŞ'ê ve dîl hat girtin zimanê xwe yê dayikê ji bîr kiribû.
Suad Devid wiha behsa zehmetiyên ku ji destên çeteyên DAÎŞ'ê kişandiye kir:"Li Til Ezerê çeteyan em dîl girtin. Wan gelek zext li me dikirin. Her roj li me dixistin. Ola îslamiyetê li ser me ferz dikirin û ji bo ku em Êzidî bûn her heqaret li me dikirin. Em niha gelek bextewar in ku em hatin rizgarkirin. Em ji hêzên QSD'ê re gelek spas dikin."
Ji Malbata Hesen Huseyin Salih Suad Devid Mamê, Cemil Dawid Çeto kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku ew dixwazin hemû Êzidiyên di destên çeteyan de ne bên rizgarkirin.
Her wiha li ser navê Meclîsa TAJÊ Şemê Remo axivî û wiha got:"Ez spasiya QSD, YPG, YPJ'ê dikim. Gelek kes bi saya wan hatin rizgarkirin. Em hêvî dikin ku careke din karesatên cuda neyên jiyîn û em her di nava aramiyê û azadiyê de bijîn."