Çalakiyên gelê Şehbayê yên ji bo Leyla Guven didomin
- 16:07 29 Çile 2019
- Rojane
Tolîn Mihemed
ŞEHBA - Çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a ku bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan serî hildin, tecrîdê têk bibin" li Şehbayê dest pê kiribû di roja xwe ya duduyan de didome.
Çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a ku bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan serî hildin, tecrîdê têk bibin" li Şehbayê dest pê kiribû bi beşdarbûna gelên Gundên Til Şeîr, Til Qirah, Helîsa, Babinês, Kampa Serdemê, Navçeya Ehrezê, Fafînê, Til Rifet û Şêrewayê, di roja xwe ya duduyan de didome. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Navçeya Ehdasê Bavê Delîl, li ser navê Rêveberiya Meclîsa Navçeya Fafînê Leyle Hemoş, li ser navê Rêveberiya Meclîsa Navçeya Ehrezê Fîdan Ebdo axivîn. Di axaftinan de hatin gotin ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe dê çalakî û piştgirî bidomin. Her wiha hat gotin ku dê berxwedan û têkoşîna ji bo azadiyê bidome.
Piştî axaftinan çalakiya şanoyê ji aliyê ciwanên Gundê Babinsê yên ji Koma Şehîd Bêrîtan, hat lidarxistin. Di şanoyê de mijara azadiya jinê hat lîstin. Piştre sinevozyona derbarê Leyla Guven de hat temaşekirin. Têkildari mijarê de jinên Şehbayê axivîn û gotin:"Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye. Em çalakiya Leyla Guven ji dil silav dikin. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven."
Endama Rêveberiya Komîna Navçeya Ehdasê Henîfe Berko wiha got:"Ji bo piştgiriya Leyla Guven em beşdarî vê çalakiyê bûn. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana zindanan. Em ê her ji bo rizgariya Efrînê û azadiya Serokê xwe li ser piya bin. Em ê bi hêza xwe bi ser bikevin."
Endama Çand û Hunerê Duniye Murad wiha got:"Em berxwedana hevalên xwe yên li zindanan slav dikin. Bila Erdogan baş bizanibe ku ew ê negihêje armanca xwe. Em ê Efrînê û Serokê xwe rizgar bikin."
Jina ji Navçeya Til Rifetê ya bi navê Ronahî Qenber wiha got:"Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe û welatê xwe her li qadan di nava çalakiya de bin. Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye. Em çalakiya Leyla Guven ji dil silav dikin. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven."