Endamên Hezroyê bi gel re hatin ba hev

  • 14:11 29 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Namzetên Hevserokatiyê yên Şaredariya Hezroyê yên HDP'ê bi gel re hatin ba hevdu. Namzetan bi dirûşma "Hezro ya me ye" meşiyan û gel slav kirin. 
 
Di çarçoveya hilbijartinên ku dê di 31'ê Adarê de pêk were Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, namzetên Hezroyê bi gel da naskirin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen û Selçûk Mizrakli, Hevserokên Hezroyê Gulistan Ekti û Ahmet Çevik bi gelê Hezroyê hatin ba hevdu. Parlatmenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel, Musa Farisogullari û rêxistina HDP'ê jî beşdarî çalakiya ji bo danasîna namzetan bûn. Gelê Hezroyê namzetên HDP'ê bi pankartên "Bijî HDP" pêşwazî kirin. 
 
Namzetên ku li navenda navçeyê meş kirin bi gel re govend gerandin. Piştî govendê namzet axivîn. 
 
Dê gelê me bi ser bikevin
 
Namzetê Hevserokatiya Şaredariya Hezroyê Ahmet Çevik got:"Em ê bi hev re bi ser bikevin. Dê gelê Hezroyê bersivek xurt bide qeyuman. Em ji gelê Hezroyê bawer in."
 
Piştre namzeta Hevserokatiya Şaredariya Hezroyê Gulistan Ekti got:"Em soz didin ku em ê peywira xwe bi cih bînin. Em ê serî netewînin. Em ê bi destên gelê xwe bigire û bixebitin."
 
'Dê nikaribin hêviya me tune bikin'
 
Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen wiha got:"Me heta niha serî netewand û em ê niha jî serî netewînin. Ev axa ya me ye. Em ê mil bidin hevdu û li berxwe bidin.Dê nikaribin hêviya me tune bikin."
 
Piştre ji bo danasîna namzetan partiyî û parlamenter çûn Navçeya Farqînê.