Jina 8 mehî ducanî Ayfer Şahîn Bîlîcî hat binçavkirin

  • 10:37 29 Çile 2019
  • Rojane
WAN - Li navçeya Rêya Armûşê di encama serdegtina malan de jina 8 mehî ducanî Ayfer Şahîn Bîlîcî, hat binçavkirin
 
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li taxa Serhedê di saetên serê sibehê de polîs bi bi ser malan de girt. Di encama serdegirtina ku hat kirin de jina 8 mehî ducanî Ayfer Şahîn Bîlîcî, hat binçavkirin, Sedema binçavkirina Ayfer a ku Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Wanê ye nehat zanîn û ew birin Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Wanê.