'Avesta Xabûr mohra serkeftinê li rûpelê dîrokê xist'

  • 09:09 29 Çile 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Jina têkoşer Avesta Xabûr a ku ji Bilbilê ye di berxwedana serdemê ya Efrînê de çalakiya fedaî pêk anî û beşdarî nava kerwana berxwedêran bû. Hevalên Avesta Xabûr ên têkoşerên azadiyê derbarê berxwedana serdemê û têkoşîna Avestayê de axivîn û gotin:"Avesta çirûskek ji ronahiya têkoşînê bû. Wê heta dawiyê li berxwe da û serî netewand. Ew ê her di dilê me wekî stêrka azadiyê biçirûse."
 
Di 20'ê Çileyê 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin. Di encama êrîşên li ser Efrînê de gelê Efrînê bi serîhildanek mezin li berxwe dan. Têkoşerên azadiyê yên wekî Avesta Xabûr a ji Navçeya Bilbila Efrînê, canê xwe ji bo axa xwe feda kirin. Avesta Xabûr di 27'ê Çileyê 2018'an de li Gundê Hemamê yê Navçeya Cindirê ya Efrînê  çalakiya fedaî pêk anî û li dû xwe dengvedana têkoşîna ji bo azadiyê hişt. Hevalên têkoşîna Avesta Xabûr di yekemîn salvegera şehadeta wê de diyar kirin ku wan tu carî hêvîya xwe ji azadî û têkoşînê nekirin û gotin ku jinên têkoşer ên wekî Avesta Xabûr dê agirê têkoşîn û berxwedanê geştir bikin. 
 
'Avesta Xabûr mohra serkeftinê li rûpelê dîrokê xist' 
 
Têkoşera doza azadiyê Arjîn Arîn wiha got:"Em çiqasî jî behda lehengtiya jinên wekî Avesta bikin, kêm e. Dema ku em behsa Avesta dikin hemû jinên serhildêr tên bîra mirov. Jinên Kurd ên serhildêr mora serkeftinê her li rûpelê dîrokê xistine. Ji bo Gelê Kurd bikaribin bi rengekî azad bijîn canê xwe feda kirin. Hevala Avesta şervanek bi rûmet û jêhatî bû. Ew evîndara jiyanê bû. Wê li hemberî paşverûtiyê serî hilda."
 
'Em ê xeyalên wê yên nîvcoyî pêk bînin' 
 
Têkoşera doza azadiyê Berfîn Berçem diyar kir ku Avesta çirûska azadiyê bû û wiha got:"Ji bo jiyanek azad û serbixwe bê avakirin Avesta xwe feda kir. Ez û Avesta em demek dirêj bi hev re bûn. Loma ez gelek bextewar û bi şand xwe hês dikim. Çirûskên azadiyê di çavên wê de diyar dibû. Di dema perwerdeyê de jî em bi hev re bûn. Di warê fikir û raman de têr û tije bû. Gelek ji xwendinê hez dikir. Bi taybet jî pirtûkên Rêber Apo dixwend. Di nava lêgerîna lêkolîn û azadiyê de bû. Ji xwezayê pir hez dikir. Têkoşîna wê gelek bi wate bû. Em ê xeyalên wê yên nîvcoyî pêk bînin."
 
'Ew ê her di dilê me de bijî'
 
Têkoşera doza azadiyê Berçem Cudî da zanîn ku pêdivî her dem ji kesayetên wekî Avesta Xabûr heye û wiha got:"Dema ku ez derbarê Avesta de diaxivim ez hestiyar dibim ev ji bo min gelek zehmet dibe. Bi gotinê lehengiya Avestayê nayê ravekirin. Wê destên xwe biavêta çi ew bi serkeftî dihat cih. Jinek jixwe bawer bû. Min hêz û moralekî mezin ji wê digirt. Ew ê her di dilê me de bijî."
 
'Bi evînek mezin têdikoşiya'
 
Têkoşera doza azadiyê Awaz Serhildan jî wiha got:"Dema ku mirov dibêje Avesta wê demê coş, bawerî, hezkirin mezintir dibe. Avesta mînaka têkoşîna ji bo jiyanek azad e. Wê ji hevalên xwe gelek hez dikir. Em dema ku bi hev re dixebitîn em gelekî di bin bandora bawerî û hêza Avestayê de diman. Bi evînek mezin têdikoşiya'. Dema ku berê xwe da Gundê Hemamê, bi sekin û nêrînek bi hêz û jixwebawer ji me qetiya. Avesta çirûskek ji ronahiya têkoşînê bû. Wê heta dawiyê li berxwe da û serî netewand. Ew ê her di dilê me wekî stêrka azadiyê biçirûse."