Namzeta Tuşbayê:Em ê projeyên îstîhdam û rahihijmendiyê bikin jiyanê

  • 09:06 29 Çile 2019
  • Rojane
WAN - Namzeta hevşaredartiyê ya Tuşbaya Wanê ya HDP’ê Ayşe Mînaz diyar kir ku wê der barê jinan de projeyên îstîhdam û rahijmendiyê bikin jiyanê. 
 
Ji hilbijartinên 31’ê Adarê re demek kurt ma û HDP’ê li Wan û navçeyên wê namzetên xwe dan nasîn û dest bi xebatan kir. Namzeta hevşaredartiyê ya Tuşba ya Wanê ya HDP’ê Ayşe Mînaz ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tê. Hedefa Ayşeyê ev e ku li şaredariya bi salane ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin, projeyên girîng bike jiyanê.
 
Ayşe di 1982’a de li gundê Karabulak ê Bazida Agiriyê hat dinê. Malbata wê ji ber zextan di sala 1993’an de koçî Wanê dikin. Ayşe dibistana seretayî, navîn, lîse û zanîngehê li Wanê temam dike. Di qada têkiliyên bi gel re û çavkaniya mirovan de xebitiye. Di alî şaredartiyê de jî xwedî tecrubeye. Zewicandî û 3 zarokên wê hene. Ayşeya di navendek rehabîlîtasyonê de dixebite û got: “Ez 10 salan ji bo zarokên taybet xebitîm. Ez ji pîşeya xwe pir kêfxweş bûm. Me di vê pêvajoyê de xwe gîhand bi sedan zarokên taybet.
 
‘Ez ê aboriya jinan xurt bikim’
 
Ayşe di Kooperatîfa Jinan a Xawesor û Koperatîfa Jinan a Sixkê ya ku DBP’ê piştgirî didayê de bi jinan re xebitiye û ji bo aboriya jinan xurt bibe û jin tevlî îstîhdamê bibin xebat meşand. Ayşe di heman demê de endama Platforma Jinan a Ahtamara ya Wanê ye. Ayşeyê wiha got: “Em bi hevalan re di mijara parastina mafên mirovan yên jinan de û di mijara pêşîgirtina şîdet û binpêkirina mafan de xebatan dimeşînin.”
 
‘Em ê şaredariyê ji gel re vebikin’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku ji ber parastina nasnama jinê ji HDP’ê bûye namzet û ev tişt anî ziman: “Lİ Tirkiyeyê mixabin di mafê jinan de pêşketinek tune ye. Ez wek jinekê ji HDP’ê bûm namzet û ji ber herî zêde HDP mafê jinan diparêze. Qeyûm tayînî  şaredariyên DBP'ê hatin kirin û îradeya gel xesp kirin. Keda hevalên me yên hatin îxrackirin, hat xespkirin. Em ê di 1’ê Nîsanê de şaredariyê ji dorpêçkirinê xilas bikin û ji gel re vebikin. Em ê der barê jinan de projeyên îstîhdam û rahijmendiyê bikin jiyanê.”