Hejmar gihaşt 10 hezarî: Bila Tirkiye nebe welatê îstîsmara zarokan
- 09:02 29 Çile 2019
- Rojane
ENQERE - Seroka TKDF’ê Canan Gulu bertek nîşanî pêşnûmeya ‘efû’ ya derbarê zewaca zû de da û got hikûmetê di 2016’an de behsa 286 kesî dikir, îro behsa 10 hezar kesî dike. Cananê wiha got: “Kê lêkolîna vê yekê kir. Ji 286’an gihaştiye 10 hezarî çi ye? Ji roja pêşnûmeya tecawizê hatiye rojevê heta niha, bi fikra ku wê bên efûkirin, bi kesan pêngavê dide avêtin.”
Di 2016’an de pêşnûmeya efûyê ya derbarê sûcên îstîsmarkirina zarokan de ji aliyê hikûmetê ve hat daxuyandin û di encama îtîrazên jinan de hatibû sekinandin. Li gor vê pêşnûmeyê tecawizkar dikare bi kesa mexdûr re bizewice û cezayê tecawizkar bê bidawîkirin. Beriya hilbijartinên herêmî desthilatdariyê pêşnûme dîsa anî rojevê. Saziyên çapemeniyê yên nêzî desthilatdariyê bi manşetên weke ‘Bi hezaran malbatên hatin parçekirin wê rizgar bibin. Efûya zewacê tê’ dan bihîstin. Rêxistinên jinan dîsa bertek nîşanî pêşnûmeyê didin û bertekan bi çalakî û bernameyan nîşan didin. Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) Canan Gulu derbarê naveroka efûyê û mexdûriyeta zarokan de axivî.
Cananê got pêşnûme cara ewil di 2016’an de bi gotina ‘286 mexdûr hene’ anî meclîsê û wiha got: “Di naveroka vê pêşnûmeyê de jinên zû zewicîne û dozên di rayagiştî de jî deng dane, tên piştguhkirin û ji bo mêrên di girtîgehê de wek efûyê hatibû rojevê. Wê demê rêxistinên jinan û civakê bertek nîşan dabû. Pêşnûme hatibû rawestandin. Lê me zanîbû wê dîsa bê rojevê. Du sal derbas bû dîsa anîn rojevê. Niha jî behsa 8 hezar û 600 kesî tê kirin. Piştî vê rêxistinên jinan dîsa bertek nîşan dan.”
‘Hejmar ji 286’an gihaşt 10 hezarî’
Cananê daxuyakirin ku piştî demek kurt hat rojevê ku ji bo carekê wê 10 hezar kes bên efûkirin û got: “Ewil gotin 286 kes. Niha dibêjin 10 hezar kes. Gelo lêkolîna vê kê kiriye? Li ku hat kirin? Çawa bû ev lêkolîn hatin kirin. Ev jî wê bi mirovan pêngavê bide avêtin. Dema em li qadan digeriyan me dît ku temenê zewacê ketiye heta 10’an. Li gorî Peymana Mafê Zarokan a NY’ê zewacên bin temenê 18’yî bi guman in. Yanî zewacên di bin temenê 18’an de ne qanûnî ye. Nikare mehr ji bo van bê birîn. Li gorî me ev îstîsmar e. Ji ber li vir her tevgera li hember zarokê derveyê daxwaza wan e. Di vir de ya bê kirin ne efûkirina sûcdar e.”
Cananê di berdewamiyê de destnîşan kir ku dema zarok tên zewicandin pergala ceza didin destpêkirin lê pirsa ‘tu gilî dikî’ dipirsin û got biryara ku zarok bide gelo çiqas rast e.
‘Bila Tirkiye nebe welatê îstîsmara zarokan’
Cananê bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de li şûna efûyê divê pêvajoya dadgehên dirêj dibin, bên kurtkirin û ev tişt daxuyand: “Heta polîtîkaya civakî neyê pêşxistin, efûkirina ceza ne mantiqî ye. Ez bang li parlamentoyê dikim. Werin em pêvajoya darizandina zewacên zû kurt bikin. Bila darizandin di mehek an jî 6 mehan de bi encam bibe. Bi vî awayî em jiyana zarokan xilas bikin. Derdê me ev e em jinan xilas bikin û em dixwazin Tirkiye nebe welatê îstîsmarkirina zarokan.”