ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2019'AN
- 09:00 29 Çile 2019
- Rojev
*Seroka TKDF’ê Canan Gulu bertek nîşanî pêşnûmeya ‘efû’ ya derbarê zewaca zû de da û got hikûmetê di 2016’an de behsa 286 kesî dikir, îro behsa 10 hezar kesî dike. Cananê wiha got: “Kê lêkolîna vê yekê kir. Ji 286’an gihaştiye 10 hezarî çi ye? Ji roja pêşnûmeya tecawizê hatiye rojevê heta niha, bi fikra ku wê bên efûkirin, bi kesan pêngavê dide avêtin.”DÎMEN HEYE
*Hevberdevka Delegeyên KCD’ê Zelal Bîlgîn bi lêv kir ku bi qeyûman sazî û destkeftiyên jinan hatine xepskirin û wiha got: “Di şertên herî zehmet de nikaribûn pêşî li têkoşîna jinan bigirin. Alternatîf hene, tune bin em ê biafirînin. Em dikarin bi her awayî vê berxwedanê mezin bikin.”DÎMEN HEYE
*Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît Konferansa Jinan a Dema 9’emîn ya di 12’ê Çileyê de HDK’ê pêk anî nirxand û got ew çiqas xwe rêxistin bikin wê parastina rewa jî pêş bikeve û ji ber vê parastina rewa di rêxistinbûyinê de derbas dibe.
DÎMEN HEYE
*Jina têkoşer Avesta Xabûr a ku ji Bilbilê ye di berxwedana serdemê ya Efrînê de çalakiya fedaî pêk anî û beşdarî nava kerwana berxwedêran bû. Hevalên Avesta Xabûr ên têkoşerên azadiyê derbarê berxwedana serdemê û têkoşîna Avestayê de axivîn û gotin:"Avesta çirûskek ji ronahiya têkoşînê bû. Wê heta dawiyê li berxwe da û serî netewand. Ew ê her di dilê me wekî stêrka azadiyê biçirûse."