'Êrîşên li dijî çapemeniyê yên li Başûr nîşaneya bêtehemuluyê ye'
- 15:25 28 Çile 2019
- Rojane
AMED - Înîsiyatifa Çapemeniya Azad binçavkirina peyamnêrên NRT'ê û girtina ofîsa NRT'ê ya Duhokê şermezar kir û xwest zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibe. ÎRA, destnîşan kir ku girtina buroya NRT'ê ya Duhokê û binçavkirina peyamnêran bincilkirina rastiyan e û ev yek nayê pebûlkirin.
Înîsiyatifa Çapemeniya Azad têkildarî binçavkirina peyamnêrên NRT'ê û girtina ofîsa NRT'ê ya Duhokê daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎRA, di daxuyaniyê de diyar kir ku di meha dawî de li Herêma Federe a Kurdistanê, zextên asayişa hikûmeta herêmê li ser çapemeniyê zêde bûn û wiha got: "Di mehek dawî de gelek peyamnêrên KNN, ROJNEWS û NRT ku geşedanên herêmê şopandin, ji aliyê asayişa herêmê ve hatin binçavkirin. Ev nîşan dide ku rojnameger û peyamnêrên ku hewl didin bibin dengê civakê û rastiya herêmê bi raya giştî re parve bikin dibin hedefa desthilatdaran. Herî dawî peyamnêrên televziyona NRT ku bertekên welatiyên Şelazidê anîn ziman hatin binçavkirin. Piştre jî ofîsa NRT ya li Dihokê girtin. Ev rastî herî dawî 2 roj berê li Şeladizê û Duhokê aşkere xwe da der."
ÎRA, bal kişand ser geşedanên li herêmê û sekna çapemeniyê û wiha berdewam kir: "Di 23'ê Çile de balafirên şerê TSK'ê gundê Dêrelûkê û Hêtûtê yên giredayî Bajaroka Şeladizê ya Duhokê bombe kirin. Di bûyerê 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 welatî jî birîndar bûn. Piştî wê welatiyên herêma Şeladizê di 25'ê Çile de bertekên xwe nîşanî bombardimanê û kuştina welatiyan dan û bi ser barageha eskerên Sirê de girtin. Dema welatiyan bertekên xwe yên li dijî eskerên Tirkiye anîn ziman, di bûyerê de Hisên Rêkanî (13) jiyana xwe ji dest da. Di vê bûyerê de peyamnêrê televîzyona NRT ku çû cihê bûyerê û geşedanên li herêmê bi riya televîzyona NRT'ê bi cîhanê re parve kir, piştî çend saetan li gel hevalên xwe yên rojnameger hatin binçavkirin. Piştî televîzyona NRT geşedanên li heremê zindî weşand û bi cîhanê re parve kir, di saetên êvarî de asayişa PDK'ê bi ser malên peyamnêrên NRT de girt û 4 xebatkarên Ofîsa NRT ya Duhokê binçav kirin. Roja din jî Ofîsa NRT'ê girt. Nûnerê Televziyona NRT'ê yê Duhokê diyar kir ku asayîşê kilîda ofîsê ji karmendên wan standin û ew şandine malên wan. Nûnerê NRT'ê destnîşan kir ku hêzên asayîşê 4 tîmên NRT li Şêladiz û Dihokê binçav kirin."
Înîsiyatifê herî dawî zextên li ser çapemeniyê jî şermezar kir û wiha bi dawî kir: "Binçavkirina 4 peyamnêrên NRT û girtina ofîsa NRT'ê aşkere nîşan dide ku zextên li ser çameniyê polîtîkayek taybet a hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê ye. Zextên li ser çapemeniyê, zextên li ser azadiya ramanê ye. Balkêş e çepemeniya ku ev rastî bi raya giştî re parve kir û bertekên gel anîn ziman bu hedef. Ev îspat dike ku naxwazin rastî bê dîtin. Naxwazin dengê gel bê bihîstin. Em wekî Înîsiyatifa Çapemeniya Azad binçavkirina peyamnêrên NRT'ê û girtina ofîsa NRT'ê ya Duhokê şermezar dikin û dixwazin dawî li ser zextên çapemeniyê bînin. Li ku dibe bila bibe em zextên li ser çapemeniyê rast nabînin. Em bang li hemû rêxistinên çapemeniyê dikin ku li dijî zext û tundiya li ser xebatkarên çapemeniyê û saziyên çapemeniyê bêdeng nemînin û destûr nedin ku heqîqet bê veşartin."