'Bi rihê rizgariya Kobanê em ê têkoşîna xwe bidomînin'
- 15:14 28 Çile 2019
- Rojane
Berçem Cûdî/Îlham El Oso
KOBANÊ - Jinên Kobanê yên ku beşdarî pîrozbahiyên salvegera rizgarkirina Kobanê bûn wiha gotin:"Em ê bi rihê berxwedana sedsalê agirê têkoşînê geştir bikin û Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin."
Jinên Kobanê yên ku beşdarî pîrozbahiyên salvegera rizgarkirina Kobanê bûn wiha gotin:"Bi rihekî azad û bi îradeyek xurt Kobanê hat rizgarkirin. Em ê bi rihê berxwedana Kobanê têkoşîna xwe her zindî bihêlin."
'Şoreşa Rojava bi ser ket'
Têkoşera doza azadiyê Asmîn Avesta wiha got:"Dijminê Kurdan di şexsê DAÎŞ'ê de xwestin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê têk bibin û destkeftiyên gelê Kurd tune bikin. Lê dijminên Gelê Kurd her çiqas êrîş bikin jî ew ê nikaribin me têk bibin. Şoreşa Rojava bi ser ket. Ya ku têk çû faşîzm û dagirkerî bû."
'Baweriya me bi şervanên me dihat'
Dayika bi navê Xanim Hepo wiha got:"Ji bo Kobanê rizgar bibe me berdêlên gelek giran dan. Şervanên me di eniya şer de canê xwe kirin mertal. Şervanan li dijî çeteyên hov berxwedanek mezin da. Baweriya me bi şervanên me dihat."
'Em ê Efrînê jî rizgar bikin'
Hevseroka Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl got:"Salvegera rizgarkirina Efrînê xwedî wateyek girîng e. Çeteyên DAÎŞ'ê bi ser neketin. Çawa ku em salvegera rizgarkirina Efrînê pîroz dikin em ê ya Efrînê jî pîroz bikin."
'Em ê Efrînê jî wekî Kobanê rizgar bikin'
Fatma Xelîl wiha got:"Berxwedana Efrînê didome. Em ê Efrînê jî wekî Kobanê rizgar bikin. Heta em hebin em ê ji bo axa xwe li berxwe bidin."
'Bi rihê rizgariya Kobanê em ê têkoşîna xwe bidomînin'
Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Hesen wiha got:"5'emîn damezrandina rêveberiya xweseriya demokratîk û rizgarkirian kobanê ji bo me gelek bi wate ye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û li dijî gefên Erdogan jî her li berxwe bidin. Gefên Erdogan ne nû ne. Erdogan projeya neteweya demokratîk ji bo xwe wekî xetereyekê dibîne. Em ê bi rihê berxwedana sedsalê agirê têkoşînê geştir bikin û Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin."