Li Paytexta Kubayê xortim çê bû

  • 14:15 28 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber xortim a li paytexta Kuba Havanayê, herî kêm 3 kes mirin, 172 kes jî birîndar bûn.
 
Xortimê şeva Yekşem-Duşemê rû da û bi taybetî bandor li taxa Regla ya li başûrê rojava yê Havanayê kir.
 
Serokkomar Mîgûel Dîaz-Canel daxuyaniyek da û diyar kir, sê kes mirine, 172 kes jî birîndar bûne.
 
Serokkomar Dîaz-Canel ragihand, xisareke giran a madî ji ber xortimê rû daye û tîmên alîkariya lezgîn hewl didin xwe bigihînin mexdûrên felaketê.