'Berxwedana Şeledizê berxwedana me ye'
- 14:09 28 Çile 2019
- Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakvanên jin ên greva birçibuyinê a koma 15’emîn êrîşa dewleta tirk a li ser Şeledizê şermezar kirin û piştevaniya xwe bi gelê Şeladizê re ragihandin.
Li Geliyê Reşeva yê Dêrelokê di 23'yê Çileyê de di encama bombebaranên dewleta tirk de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 2 kes jî winda bibûn. Li dijî vê komkujiyê di 26'ê mehê de gelê Şêladizê bi ser barageha artêşa tirt de girtin. Gelê ku êrîş bir ser baregehê amûr û wesayîtên wan ên leşkerî şewitandin. Di heman demê de di encama gulebarana leşkerên tirk de 2 sivîlan jiyan xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.
Heta yekitî pêk neyê dê êrîş berdewam bikin
Ji çalakvanên greva birçîbûnê ya koma 15'an Newroz Kara êrîşên li ser gelê Şeladizê şermezar kirin û wiha got “Ev êrîş tenê ne li ser gele Şeledizê ye û ne cara yekem e ku xaka başurê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve tê dagirkirin. Çima hûkûmeta heremê bêdenge heta vê demê. Em heta dawiye piştevaniya xwe didin gele xwe ye Şeledize. Heta ku em kurd nebin yek wê ev êrîşên hovanê berdewam bikin. Berxwedana gelê me yê Şeledizê Berxwedana me ye.
Çalakvana bi navê Eyşê Şen jî êrîşa li ser gelê Şeledizê şermazar kir û ev tişt got: “Em bang li tevahîiya gele kurd dikin û bi taybet jî bang li başurê Kurdistanê dikin ku bila xwedî li Şehîdên xwe derbikevin û xwîna wan li erde nehelin. Em jî malbatên şehîdan re jî sersaxiyê dixwazin.”
'Em heta dawî piştevanên gelê Şeladizê ne'
Gûlê Cengîz jî bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Şeladizê hatin kirin dan û wiha got: “Em sersaxiyê ji bo malbatên Şehîdan dixwazin û em hevîdarin gelê me yê Şeledizê ev raperîna ku dest pê kirine berdewam bikin. Ji ber ku bi salane êrîş li ser xaka başurê Kurdistanê tê kirin. Em jî weke gelê Mexmûrê piştevaniya xwe didin gelê xwe yê Şeledizê û dibêjim ku wê Gelê kurd bi yekitiyê dagirkeriyê têk bibe.”