Greva birçîbûnê ya Hewlêrê ket roja 69'an
- 14:07 28 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbunê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê di roja 69’an de berdewam dike. Koma 35’emîn dest bi greva birçîbunê kir. Her wiha rewşa tendirustiya Nasir Yagiz her ku diçe xirab dibe.
Li Herêma Kurdistanê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê di roja 69'an de berdewam dike. Îro koma 35'emîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ çalakiyê dewir girt.
Berxwedana Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz a li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 69'emîn de berdewam dike.
Hevseroka Nûnertiya HDP’ê a li Hewlêr Muzeyen Guneş axivî û got: “Heya tecrîd neyê şikandin, wê çalakî berdewam bikin. Her ku diçe rewşa tendirustiya Nasir Yagiz jî xirab dibe, ji bo vê pêwîst e hemû rêxistinên navxweyî û navneteweyî li dijî kiryarên dewleta Trk helwesta xwe nîşan bidin.”