'Ji bo azadiyê em ê her têbikoşin'
- 13:08 28 Çile 2019
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Jinên Navçeya Qindê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de gotin:"Dê pergala Îmraliyê bi vîna jinên azad were hilweşandin."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 82'an. Jinên Navçeya Qinê ya Kobanê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de gotin:"Gelê Kurd ji dîrokê heta niha li dijî zext û zordestiyan li berxwe didin. Ev berxwedan a ji bo azadiyê dê bidome. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya azadiyê ya Leyla Guven bidomînin."
'Leyla ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe'
Jina bi navê Emîra Bîlal wiha got:"Em ê hemû jin ji bo azadiyê piştgiriyê bidin çalakiya Leylayê. Heta ku em negihêjin armanca xwe em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Li dijî dewleta tirk a ku dixwaze Leyla ji têkoşîna wê dûr bixe, em ê her dem di nava têkoşînê de bin. Leyla ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe. Piştgiriya me ya ji bo çalakiya wê ew ê bidome."
'Em bi Leyla serbilind in'
Her wiha jina Ereb a bi navê Emîra Semio wiha got:"Em wekî jinên Ereb bi Leyla Guven serbilind in. Em ê rihê têkoşîna Leyla Guven xurtir bikin. Em ê pergala ku li ser esasên yekperestiyê hatiye avakirin hilweşînin."
'Ji bo azadiyê em ê her têbikoşin'
Rûken Mustefa jî wiha got:"Em wekî jinên ku li ser esasên felsefeya Rêber Apo xwe pêş dixin dibêjin ku em ê dev ji doza xwe ya têkoşînê bernedin. Em ê bi îradeya xwe ya xurt dawî li pergala Erdogan bînin. Dê pergala Îmraliyê bi vîna jinên azad were hilweşandin. Gelê Kurd ji dîrokê heta niha li dijî zext û zordestiyan li berxwe didin. Ev berxwedan a ji bo azadiyê dê bidome. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya azadiyê ya Leyla Guven bidomînin."