Çalakiya Leyla Guven di roja 82'emîn de ye

  • 12:55 28 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Çakakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 82'emîn de berdewam dike.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelna (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  dabû destpêkirin di roja 82'emîn de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji doza jê dihat darizandin hat tehliyekirin, biryar da ku çalakiya xwe li malê jî berdewam bike. 
 
Leyla çalakiya xwe li malê didomîne
 
Leya ji roja ku hat tehliyekirin li malê serdanên ji bo wê dihatin kirin qebûl dikr, lê duh HDP'ê derbarê mijarê de axuyaniyek da û diyar kir ku serdanên ji bo Leylayê tên kirin wê li Hevserokatiya KCD'ê bên qebûlkirin. HDP'ê diyar kiribû ku Leyla ji serdanan gelek westiyaye û rewşa tendirustiya wê êdî nema destûr dide ku serndanan qebûl bike. Leya ya ku çalakiya xwe li malê berdewam dike wê serdanên ji bo wê li ser navê HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û KCD'yî qebûl bikin.
 
Leyla hîna nehatiye muayenekirin
 
Herwiha Leyla, hîna ji aliyê heyetek xweser ve nehatiye muayenekirin. Parêzerên Leylayê ji bo rewşa tendirustiya wê bi rêk  û pêk bê kontrolkirin parêzzerên wê serî li Odeya Bijîşkan a Amedê dabûn û xwestibûn ku heyeteke pispr her roj kontrola rewşa tendirûstiya wê bike.  Leylayê ji ber ku xwe baş hîs nekiribû muayene qebûl nekiribû.
 
Li bendê ye ku heyeta mijara gotin di rojên bê de disa biçe serdana Leylayê.
 
Grevên birçîbûnê belav dibin
 
Li aliyekî din jî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hat destpêkirin a koma yekemîn jî di roja 44'an de, ya Nûrerê HDP'ê yê Hewlêrê  Nasir Ygiz di roja 69'an de, ya çalakgerên li bajarê Strasbourg yê Fransayê jî di roja 43'yan de, ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 43'yan de û  ya Endama Meclisa Îştar ya Mexmûrê Fedîle Tok jî di roja 9'an de berdewam dike.  Herwiha çalakiya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak jî ku li girtîgehê dane destpêkirin di roja 14'an de berdewam dike.
 
Herî dawî hat aşkerakirin ku parlamentera Muşê ya HDP'ê ya berê Burcu Çelîk jî 10 roj e dest bi greva birçîbûnê kiriye.