HDP dê li heft bajarên mezin namzetan nîşan nede

  • 11:54 28 Çile 2019
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa HDP'ê û Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê stratejiya rêveberiya herêmî ya bajarên rojava diyar kir. HDP dê li Stenbol û Enqere jî di navde li 7 şaredariyên bajarên mezin namzetan diyar neke. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî civina Meclisa Partiyê û Lijneya Rêveberiya Navendî li Navenda Giştî ya Partiye pêk anî, der barê stratejiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî biryar da. 
 
HDP'ê di civînê de biryar da ku ji bo şaredariyên Bajarên Mezin ên Dîlok, Riha, Edene, Enqere, Mêrsîn, Îzmir û Stenbolê namzet diyar neke.  HDP, li bajarên ku namzet diyar nekir, dê li navçeyên wan namzetan diyar dike. HDP dê li navçeya Navendî Akdeniza Mêrsîn, navçeya Navendî Şîşliya Stenbol û bajarên din ku HDP lê bi hêz in namzetê nîşan bide. HDP dê li navçeyên Konya jî namzet nîşan bide. HDP dê li Şaredariya Bajarê Mezin a Konya navçeyên Cihanbeylî û Kûlû jî namzet nîşan bide. HDP dê li bajarên Aydin, Mugla, Balikesir, Manisa û gelek bajarên din jî hewl bide namzetan derxe. HDP dê têkildarî van bajaran di rojên pêş de biryara xwe aşkere bike.