Li Stenbolê hat xwestin ku jinek bê qetilkirin

  • 09:12 28 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Li Navçeya Gaziosmanpaşayê jina bi navê Tugçe C. ji aliyê mêrê ku bi wê re zewicî Serdar A. hat birîndarkirin. 
 
Li Navçeya Gaziosmanpaşayê jina bi navê Tugçe C. ji aliyê mêrê ku bi wê re zewicî Serdar A. hat birîndarkirin. Serdar A bi çekê êrîşî mala Tugçe C. kir û di encama êrîşê de birayên Tugçe C., Batuhan C. û Bugra C. jî hatin birîndarkirin. 
 
Bi îxbara welatiyên der û dorê polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê bûn. Hat hînbûn ku yên birîndar talûkeya wan a jiyanî tune ye û li Serdar A. ê ku ji cihê bûyerê reviya digerin.