Li Duhok û Şêladizê serdegirtina malan

  • 09:10 28 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hikumeta Herêma Kurdistana Federal dest bi binçavkirina kesên tevlî xwepêşandana Şêladizê  bûne kir. Gelek kesên ku tevlî xwepêşandanê bûne û li Dihokê piştgirî dan xwepêşandê hatin binçavkirin.
 
Hikumeta Herêma Kurdistanê hêzek mezin birine Şêledizê û derdora wê. Asayîşê dest bi binçavkirina kesên ku tevlî xwepêşandana Şêladizê bûne kir. Li gorî agahiyan heya niha bi dehan kes hatine binçavkirin.
 
Xalid Cafer ê xelkê Şêladizê ji ber beşdarî xwepêşandana Şêladizê bûye ji aliyê hêzên asayîşa PDK'ê ve hate binçavkirin. Hêzên asayîşê li ser mala Xalid de girtin. 
 
Welatiyên tevlî xwepêşandana Dêralokê ya 25'ê Çileyê bûn û li ser medya civakî ji gelê Dihokê daxwaz kirin piştgiriyê bidin gelê Şêladizê jî hatin binçavkirin. Asayîş ne tenê li Şêladizê li Dihokê jî dest bi pêla binçavkirina welatiyên beşdarî xwepêşandana bûn kir. 
 
Her wiha Asayîşa Dihokê bi ser mala çalakvanên civaka sivîl mamoste Bedel Berwarî de girtin. Bedel Berwarî ji ber daxwaz kiribû li Dihokê jî xwepêşandan li dijî êrîş û komkujiyan çê bibe,  ji aliyê asayîşê ve hate binçavkirin.
 
Ji bilî Bedel Berwarî, çalakvanê civaka sivîl ê bi navê Kovan Salih Rêkanî jî hate binçavkirin. Heman êvara îro berpirsyarê ofîsa NRT yê li Dihokê ji aliyê asayîşê ve hatiye binçavkirin û ofîsa NRT ya li Dihokê jî hate girtin. 
 
Pêla binçavkirina welatiyên li dijî êrîşên Dewleta Tirk derketine, dewam dike.