Emel Mîrza: Yekîtiya partiyên kurdî dê serkeftinê bîne

  • 09:04 28 Çile 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Meclisa Jinê ya PYD'ê Emel Mîrza, Însyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK - Rojava) wekî riya xelaskirina welat ji gefan bi nav kir û got ku KNK - Rojava riya ku me ji gefan xilas bike ye. 
 
Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Emel Mîrza diyar kir ku Kongira Neteweyî  ya Kurdistanê (KNK - Rojava)  dê bibe rêka xelskirina ji gefan û wiha bardewam kir: “KNK- Rojava dê bibe bersiva pilanên dewletên ku aloziya sûriyê kûr dikin û rê li ber gefan bigirin e.”
 
‘Yekîtiya partiyên kurdî dê serkeftinê bîne’
 
Emlê di dewama axftina xwe de wiha axivî “Di dîrokê de gelek şoreş hatin li darxistin. Lê ev şoreş dawiyê têk çûn. Sedema têkçûna wan şoreşan jî ji ber ku yekitiya xwe mayînde nekirin bû. Lê em dixwazin hemû partiyên siyasî yên kurd bibin yek û li ser maseyekê rûnên û dest bidin hev. Yekitiya kurdan dê serkeftinê bi xwe re bîne. Ev yekitî dê îrade û hêzek mezin avabike û bibe bersiva hemû pilanên ku li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin.”
 
‘Destekdayîna  Înîsiyatîfa KNK- Rojava gavek girîng e ‘
 
Emêlê bal kişand ser serdana Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK -Rojava) ya partiyên Siyasî ên kurd ku destekê didin Însiyatîfa KNK’ê û got: “Destekdayîna partiyên kurdî ji bo Însiyatîfa KNK’ê gavek pir girîng û pîroz e. Ez bang li hemû Partiyên kurd dikim  ku piştgiriyê bidin Însiyatîfa KNK'ê û hêvî û çaranûsa  Gelê Kurd di ber çavan re derbas bikin."