Jinên çalakvan tecrîd şermezar kirin û banga hestiyariyê kirin
- 09:03 28 Çile 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Jinên ku tevlî mitînga Amedê bûbûn anîn ziman ku tecrîda girankirî li dijî nirxên mirovahiyê ye û xwestin ku demildest ev tecrîd bê rakirin.
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), bi armanca balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de hat destpêkirin li Qada Îstasyonê ya Amêê bi dirûşmeya “Demokrasî, Aştî û Azadî” di 19'ê Çileyê de mitîngeke pêk anî. Jinên ku tevlî vî mitîngê bûbûn derbarê grevên birçîbûnû de û tecrîdê axivîn.
‘Tecrîda girankirî li dijî nirxên mirovahiyê ye’
Jina bi navê Aynur Aşan a ku tevlî mitînga Amedê bûbû anî ziman ku Leyla Guven li dijî tecrîda girankirî, li dijî zilm û zordariyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorbeger kiriye. Aynur, di domandina axaftina xwe de got ku tecrîda hatiye girankirin li dijî nirxên mirovahiyê ye û wiha berdewam kir: “ Tecrîd li dijî jin, zarok, mirovahî û mirov dikare bibêje ku li dijî hemû nirxên civakî hatiye lidarxistin. Ji ber vê yekî jî birêz Leyla Guven jî çalakiyeke gelek bi rûmet da destpêkirin. Em vê çalakiyê wek sekna jinê dinirxînin. Pêşangiya vê çalakiyê jin, dayik, siyasetmedar û aktîvîsta TJA'yê ye. Ji ber vê jî em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li çalakiya Leyla Guven derbikevin û li hember tecrîdê helwesta xwe xurtir bikin. Divê di serî de jin û piştre gelê kurd li hember vê helwestê rêxistinkirina xwe xurtir bikin. Heta ku tecrîd neyê şikandin dê ev çalakiyên me berdewam bikin. Dema tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin dê pirsgirêka Rojhilata Navîn jî çareser bibe û bê rûniştandin. Bi hevdîtina 25 deqeyan tecrîd nayê şikandin û em hemû jî vê baş dizanin. Wekî vê mîtînga ku li dijî tecrîdê hatiye lidarxistin çalakiyên cûr bi cûr ên li dijî tecrîdê hata ku ev tecrîd bê rakirin wê berdewam bikin.”
‘Em em naxwazin ji girtîgehan cenaze bên derxistin’
Jina bi navê Sebihe Polat jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin û da zanîn ku daxwaza Leyla Guven daxwaza gelê kurd e. Sebihe, di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Îro zarokên me di girtîgehan de li dijî tecrîda girankirî dest bi grevên birçîbûnê kirine û bedenên xwe dana xwe dane ber mirinê. Em hêvî dikin ku tecrîd bê rakirin û aştî pêk bê. Bila êdî hemû kes çavên xwe baş vebikin û rastiyan bibînin. Bêyî ku dereng bimînin bila herkes helwesta xwe nîşan bide. Em naxwazin ku ji girtîgehan cinazeyên zarokên me derbikevin. Ji bo aştî û wekheviyê çi ji destê me bê em ê bikin û heta aştî pêk neyê em li cihê xwe nesekinin. Bi girankirina tecrîdê li Kurdistan û Tirkiyeyê şer zêdetir û dijwar bû. Em êdî şer û mirinê naxwazin. Em dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin û çareseriyek ji vê rewşê re bê dîtin. Ji vî şerî re bi tenê Birêz Ocalan dikare çareseriyekê bibîne. Ev tecrîd li dijî nirxên mirovahiyê ye. Demildest divê bê rakirin.”