Namzed Hêvîdar Ertunç: 31’ê Adarê em ê deriyên şaredariyan ji gel re vekîn

  • 09:01 28 Çile 2019
  • Rojane
Zenep Durgut
 
COLEMÊRG  -Bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re gelek partiyan namzetên xwe yên bajar û navçeyan aşkere kirin û dê di 31’ê adarê li Tirkiyeyê bi hezaran kes  herin ser sindoqan û rêveberên xwe yên herêmî hilbijêrin. Namzeta HDP’ê ya navçeya Çelê Hêvîdar Ertunç têkîldarî hilbijartina herêmî nirxandin kir û got ku deriyên ku qeyûman li gel re girtin ên şaredariyê  ew ê 31’ê Adarê ji gel re carekedin vekin. 
 
Gelên Tirkiyeyê dê di 31’ê Adarê de ji bo rêveberên xwe yên herêmî hilbijêrin biçin ser sindoqan. HDP’ê jî li gelek herêman namzetên xwe ji raya giştî re daxuyandin. Mijara mereqêye ku li bajar û navçeyên qeyyûm tayînî şaredariya wan hatine kirin dê encameke çawa derbikeve.  Li Colemêrg û navçeyên wê jî qeyyûm hatine tayînkirin û namzetên navend û navçeyên wê  aşkere bûn. Hêvîdar Ertunç a ku di sala 1994’an de ji ber valakirin û cerdewaniyê ji gund li gel malbata xwe koçberî bajêr bûye  niha namzeta hevşaredariya Çelê ye. 
 
‘Em ê 31’ê adarê deriyên şaredariyan ji gel re vekîn’
 
Hêvîdarê destnîşanî polîtikayên  ku qeyyûm li navçeyê dide meşandin kir û da zanîn ku ji ber qeyûm gel nikare biçe şaredariyan  û got ku piştî 31’ê Adarê li gel HDP’ê dê deriyên şaredariyan ji gel re vebin û wiha pê de çû;” Ez ji HDP’ê bûm, namzet. Ji ber ku HDP partiya jinan e. Partiya ku herî bi rêxistin û têkoşer bêgûman HDP ye. Ez  di baweriya ku polîtikayên  qeyûm li herêman dane meşandin, dê bi têkoşîna jinan têk biçin de me û em ê bi serkeftina 31’ê Adarê ji nû ve bajarên xwe ava bikîn. Em ê paldankan rûnenên û em ê her tim di nav gelê xwe de bîn. Ji me re tişta herî girîng, gel  çi dixwaze û bajarekî çawa dixwaze ye.  Ev armanca me ya yêkem e. Kesên ku deriyên şaredariyan ji gel re girtîn, dê piştî 31’ê Adarê biçin cihê ku jê hatine. Em ê 31’ê Adarê deriyên şaredariyan ji gel re vekîn. Navçeya Çelê her tim bi  kesên wenda û valakirina gundan hatiye zanîn. Ji dîrokê heta niha erdnîgariya Çelê derbeyeke mezin ji dewletê xwariye. Li gel tayînkirina qeyûm ev zêdetir bû. Gel nikare bikeve şaredariyan û muhatab nabîne. Lê hêvîya me û baweriya me ya li hemberî gel pir mezin e. Dê 31’ê Adarê bi HDP’ê û jinan biguhere.” 
 
'Di 31'ê Adarê de dê şaredarî li xwediyên xwe vegerin'
 
Hêvîdarê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku qeyûman şaredarî kirîne qereqol û got ku 31’ê Adarê şaredarî dîsa dê  li xwediyên xwe vegerin û wiha berdewam kir:” Li navçeyê qeyûm polîtikayên xwe dide meşandin. Deriyê şaredariyê kirîne bexçeyên wesayitên zirxî. Şaredarî di bin dorbeça polîsan de ne. Gel ji vê rewşê pir bi bertek e. Şaredarî saziyên gel in. Hebûna wesayitên zirxî li dijî gel zexte. Qeyûm ne ji gel e û navçeyê jî li gorî xwe bi teşe dike. Polîtikayên ku qeyûm li navçeyê dide meşandin, polîtikayên tunekirin û tunehesibandinê ne. 31’ê Adarê dê ev polîtika bi dawî bibin û şaredarî dê li xwediyên xwe vegerin.”