Dê serdanên ji bo Leyla Guven li KCD'ê bên qebûlkirin

  • 16:32 27 Çile 2019
  • Rojane
AMED - HDP'ê têkildarî serdanên ji bo Leyla Guven a piştî hat berdan çalakiya xwe di roja 81'an de li malê berdewam dike, diyar kir ku ji bo şertên tendurîstî û paqijiyê serdanên ji bo Leyla Guven dê li avahiya KCD'ê ya Dîcle Kent a Amedê bên qebûlkirin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku 81 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger de ye, piştî di 25'ê Çileyê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat berdan li mala xwe ya Rezana Amedê, çalakiya xwe berdewam dike. Leyla 81 rojin di grevê de ye. Komîsyona Rêxistinbûnê ya Navendî ya HDP'ê der barê serdanên ji bo Leylayê tên kirin de daxuyanî da û diyar kir ku dê serdan li avahiya KCD'ê bên kirin. 
 
Daxuyaniya HDP'ê wiha ye: “Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 81 rojin di grevê de ye. Serdanê wê yên piştevaniyê ji ber şertên paqijî û tenuduristiyê li ber çavan tên girtin, dê li şûna malê li avahiya KCD'ê bên qebûlkirin. Em bi girîngî rica dikin ku Endamên Meclisa Partiyê, Lijneya Rêveberiya Navendi, parlamenter, endam, jin, ciwan û rêveberiyên me yên bajar û navçeyan bi hesasiyetek mezin nêzîkî vê yekê bibin."