Gelê Amûdê bi armanca piştgiriyê bide Leyla Guven meşiya

  • 15:50 27 Çile 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Di pêşegniya Kongreya Star ya Navçeya Amûdê de bi dirûşma“ Bi rihê berxwedana gel em ê tecrîdê bişkênin” bi armanca biştigirîdayîn Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê meşek hat lisarxistin. 
 
Bi  dirûşma “Bi rihê berxwedana gel em ê tecrîdê bişkênin” bi armanca piştirîdayîna Hevseroka Kongreya Civaka Demokeratîk(KCD) û parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven meşek di pêşengiya Kongreya Star ya Navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo hat li darxistin. Di meşa ku hat lidarxistin de bi sedan welatiyên navçeya Amûdê, endamên sazî û dezgehên sivîl û rêvberiya xweser amede bûn.
 
Meş ji Qada Şehîd Cîhad hate despêkirin û li Qada Jina Azad veguherî Mîtingê. Di nava meşê de alên Kongreya Star, alên TEV-DEM'ê û wêneyên Leyla Guven hatin vekirin. Piştî deqeyek rêzgritinê, li ser navê Kongreya Star Mizgîn Ehmed axivî. Mizîgnê çalakiya Leyla û hevalên wê silav kir û salvegera rizgarkirina Kobanê jî pîroz kir.  Mizgîn di berdewama axaftina xwe de wiha got:"Bi tevahî rengên çalakiyan em ê berxwdeda xwe bidomînin, heta ku em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin."
 
Meş bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyane" hat bidawîkirin.