Qeyûm xebata binesaziyê kir: Ji ber barîna baranê rê hilweşiya

  • 15:26 27 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di bin navê xebatên binesaziya şaredariyê de ji aliyê qeyûm ve kortalên ku hatin vedan û piştre hatin tijîkirin ji ber barana ku bariya hilweşiyan. 
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê  di bin navê xebatên binesaziya şaredariyê de ji aliyê qeyûm ve li kuçeya hizûrê ya li taxa Devrîmê kortalên ku hatin vedan û piştre hatin tijîkirin ji ber barana ku bariya hilweşiyan.  Di encama hilweşîna rê de qamyonek ku aîdê  Muduriyeta Fenê ya Şaredariya Nisêbînê û mînbusek ketin kortala ku piştî baranê hilweşiya. Wesayitên ku ketin kortalê zerar dîtin. Hat diyarkirin ku ajovanê minibusê li şaredariyê gilî kiriye.