Tundiya li ser girtiyên di grevê de zêde dibe
- 15:11 27 Çile 2019
- Rojane
MÊRSÎN - Gardiyanên Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Tarsusê, bi ser qawîşa girtiyên ketine greva birçîbûnê de girt û 10 girtiyên ku ketine greva birçîbûnê û 2 refakatvanên wan avêtin odeya biçûk ku tenê 5 kes dikarin lê bimînin.
Çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin. Piştî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdawî kir, 81 rojin çalakiya xwe berdewam dike. Li girtîgehan jî girtiyên PKK û PAJK'ê di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiya 10 roj dorveger û bê dawî kiribûn. Komek girtiyên siyasî di 16'ê Kanûna 2018'an de dest bi çalaktiya bêdawî û bêdorveger kirin. Piştre kom bi kom zêde bûn û niha zêdeyî 234 girtiyên siyasî çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger berdewam dikin. Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Tarsusê, di 5'ê Çile de 7 girtî ketibûn greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Piştre 3 girtiyên din ketin greva birçîbûnê ya bê dawî û bêdorveger. Gardiyan bêyî agahîyê bidin ketin qawîşa girtiyan û 10 girtiyên di grava birçîbûnê de û 2 refakatvanên wan ji odeyê derxistin û avêtin odeyek biçûk ku tenê 5 kes dikarin lê bimînin.
12 kesên ku li qawîşa şûna 5 kesan hatin bicihkirin bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Girtî li malbatên xwe geriyan û agahî dan. Girtiyan diyar kirin ku piştî avêtin odeya biçûk êdî kontrola wan a tenduristiyê nayê kirin û vîtamînên B12 bi rêk û pêk nadin wan. Girtiyan da zanîn ku hin caran pêdiviyên wan ên xwê, şekir û lîmanê jî asteng dikin.