Hat aşkerakirin ku Esma Kurt hatiye kuştin

  • 14:02 27 Çile 2019
  • Rojane
RIHA - Esma Kurt a ku hat îdakirin întîhar kiriye derket holê ku întîhar nekiriye û ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hatiye kuştin.
 
Esma Kurt a du mehî ducanî ku roja înê li mala xwe bi awayê mirî hat dîtin, hat aşkerakirin ku Esmayê ji aliyê mêrê pê re zewicsandî Mahmut Kurt ve hatiye kuştin. Hat diyarkirin û ji ber tevgera  xwe ya di bin çavan de û îfadeya xwe ya bi nakok li xwe tespît kiriye ku wî Esmayê kuştiye. Herwiha Mahmut Kurt ê ku piştre sucê xwe îtîraf kir, diyar kir ku wî piştî Esmayê kuştiye wekî ku întîhar bike nîşan daye û got ku ji ber kuştiye 'poşman e'.  
 
Gûman bar Mahmut Kurt piştî karê wî yê li emniyetê ji bi gûmana "kuştina bi qestî" hat girtin û şandin girtîgehê.