Gelê Til Temirê berxwedana zindanan û Leyla Guven silav kir
- 13:19 27 Çile 2019
- Rojane
HESEKÊ- Îro bi armanca piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Perlemantera HDP ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin şêniyên bajarê Til Temir ên kurd, ereb û aşûrî meş li dar xistin.
Bi armanca piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Perlemantera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin şêniyên bajarê Til Temir ên kurd, ereb û aşûrî meş li dar xistin. Di meşê de hat lidarxistin de hat bibîrxistin ku Leyla Guven şopdara Mezlûm Dogan e.
Meşê ji Saziya Malbatên Şehîdan a Til Temir a Kantona Hesekê hat destpêkirin û li Çarxereya Ş.Qendîl veguherî mitîngê. Di meşê de alên PYD, Kongra Star û Jinên Ciwan hatin vekirin. Jinan bi tilîliyan berxwedana Leylayê silav kirin her wiha diruşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê tecrîdê bişkînin" hatin berzkirin. Piştî kêliyek bêdeng li ser giyanê pakrewanên azadiyê hat pêkanîn, Endamê Meclisa Til Temirê Ebdil Baqî û Endama Kongreya Star Elya El-Îsa axivîn.
Di axaftinan de berxwedana zindanan hat silavkirin û wiha hat gotin:"Berxwedana zindanan li hember faşîzma Trikiyê xwedî wateyeke pir mezin e. Pêvajoya ku îro em tê re derbas dibin pir girîng û hesas e, pêwîst e ji zarokê 7 salî heta 70 salîserî hildin û li hember faşîzmê li ber xwe bidin."
Di axaftinan de bal hat kişandin ser çalakiya Leyla Guven û ev tişt hat gotin:"Ji salên 1980'yî de çalakiyên gireva birçîbûnê ketine meriyet û heta roja me ya îro jî dem bi dem dewam dikin. çalakiyên wisa her dem bi dijîmin gav paşve dan avêtin û li tevahî cîhanê deng vedan. Bi taybet çalakiya Mezlûm Dogan û Leyla Guven."
Meş bi dirûşma"Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.