Kongreya Star: Bi rihê berxwedana zindana em ê tecrîdê hilweşînin
- 11:04 27 Çile 2019
- Rojane
HESEKÊ- Rêxstina Kongreya Star bi dirûşma" Bi rihê berxwedna Zindanan em ê tecrîdê hilweşînin" meşek li dar xist.
Rêxstina Kogreya Star li bajarê Serêkaniyê bi dirûşma " Bi rihê berxwedana Zindana em ê tecrîdê hilweşînin" bi meşekê piştgiriya xwe ji çalakiya Leyla Guven re nîşan dan. Di meşa hat lidarxistin de bi sedan gelê bajêr, gelê navçeya Zirgan û gundewarên Serêkaniyê , her wiha bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl amede bûn. Meş bi wêneyên Rêber Apo û Leyla Guven, alên Kongreya Star hat xemlandin, û pankertên bi nivîsên" Soza me pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn, Na ji Osmaniya nû re, Bê serok Jiyan nabê", hatin hilgirtin.
Meş ji ber Mala Gel hat destpêkirin û li qada Şehîdan veguherî Mîtingê. Piştî deqeyek rêzgirtinê, bi navê Kongreya Star a Kantona Hesekê Cîhan Hisên axivî. Cîhanê berxwedanan Leylayê silav kir û got:"Leyla Guven bi îradeya xwe li dijî dewleta tirk sekinî, li dijî faşîzmê sekinî, em ê wekî jin heta dawiyê piştevaniya wê bikin û ji bo azadiya Rêber Apo di nav têkoşînê de bin."
Meş bi dirûşmên" Bijî Rêber Apo, bijî berxwedana Leyla Guven" bi dawî bû.