Li Manîsa û Îzmîrê erdhej pêk hat
- 10:58 27 Çile 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Li Akhîsara Manîsayê bi hêza 4.3 û li Menemena Îzmîrê jî bi Hêza 3.9 erdhej pêk hat.
Li gorî agahiyên ku ji Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Rasatxaneya Dandîllî hatin girtin, li navçeya Akhîsar ya Manîsayê saet di 06.15 de bi kurahiya 11.4 kîlometreyan erdhejeke bi hêza 4.3 erdhej pêk hat û li navçeya Menemen ya Îzmîrê jî saet di 06.16'an de jî bi kurahiya 4.7 kîlometreyan erdhejeke bi hêza 3.9 pêk hat.
Erdhejê xwe li Îzmîr û derdora wê jî da hîskirin.