‘Ji grevên birçîbûnê ditirsin’

  • 09:04 27 Çile 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Cemîle Aydin ku di serdegirtina malan a Îzmîrê de hat binçavkirin wiha got: “Dewlet ditirse ku grevên birçîbûnê li derve deng bidin. Divê muxalefeta Tirkiyeyê bêdeng nemîne. Divê ji bo girtiyên di grevê de piştgirî bê dayîn."
 
Dayikên Aştiyê Cemîle Aydin, Hayat Îzgî û Behiye Yalçin jî di nav de 8 jin û 7 mêr di 17’ê Çile de li Îzmîrê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û di 21’ê Çile de piştî derxistin dadgehê hatin berdan. Cemîle Aydin a 70 salî jî bi îdiaya tevlî çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûye, di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de ‘dirûşme berz kiriye’ û ‘propanganda kiriye’ tê darizandin.
 
‘Axaftinên min sûc hatin hesibandin’
 
Cemîleyê bi lêv kir ku du dosyayên wê kirine yek û ev tişt got: “Ez di 2016’an de li gundê xwe bûm. Şahidên min hene. Ez di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de jî namzeta HDP’ê bûm. Ji ber vê ez axivîm. Îdia kirin ku axaftina min metneke ji aliyê KCK’ê ve hatiye nivîsînê ye. Lê ez ji dibistana seretayî mezûn bûm. Di detê min de metnek tune ye.”
 
‘Ji mafdarbûna me ditirsin’
 
Cemîleyê daxuyakirin ku di pêvajoya hilbijartinê de bi binçavkirinan dixwazin wan bitirsînin û wiha got: “Ditirsin ku grevên birçînûnê yên li girtîgehan li derve deng bidin. Operasyonên li hember HDP’ê di alî desthilatdariyê de tên fêmkirin. Di hilbijartinan de divê xwedî li dengên gel bê derketin. Me 3-4 kesan dest pê kir û me xwe gîhand hezaran kesî. Sedema vê jî mafdarbûna me ye.”
 
‘Divê ji bo Leyla Guven bêdeng nemînin’
 
Cemîleyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê şertên jiyanê nemane. Fabrîka tên girtin. Ciwan betalin. Ji bo pere qezenc bikin dibin leşker an jî polîs. Dixwazin fuarê bifroşin. Gara berê firotin. Ji bo van veşêrin jî me dijmin nîşan didin. Li ser muxalefeta Tirkiyeyê zext heye. Tirkiye li ser pişta kurdan xwe li ser piyan dihêle. Divê muxalefeta Tirkiyeyê li dijî van neheqiyên li kurdan tên kirin bêdeng nemîne. Divê li dijî çalakiya Leyla Guven û girtiyan bê deng nemînin.”