Berxwedana Kobanê ya ji tîrêjên rojê

  • 09:02 27 Çile 2019
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Di encama pêşengtiya jinên Kurd de Kobanê ji çeteyên DAÎŞ'ê hat paqijkirin û bi vê yekê jinên Kurd di nava rûpelên dîrokê de navê berxwedanê bi tîpên zêrîn nivîsandini. 
 
Di serdema ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dihat jiyîn Kurdan li Kobanê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de xweseriya xwe îlan kirin. Dema ku DAÎŞ derket şûnde çavên xwe bera xweseriya Kurda da. Ji Îlona 2014'an şûnde çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî gelê Kobanê kirin. Li gor agahiyên ku ji çapemeniyê hat girtin wê demê hat gotin ku gelek çeteyên DAÎŞ'ê ji ser tirkiyeyê ket Kobanê.
 
Erdogan got 'Ew ê Kobanê bikeve'
 
Di serdema ku êrîşên li ser Kobanê zêde dibûn de Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogn got 'Kobanê ket ha ket'. Çeteyên DAÎŞ'ê jî gotin " Em ê li Kobanê nimêja cejnê bikin". Li Bajarê Kobanê 133 rojî pevçûnên gelek dijwar hat jiyîn. Çeteyên DAÎŞ'ê bi sedan sîvîl qetil kirin. 
 
Arîn Mîrkan li ser dika dîrokê cihê xwe girt
 
Di rojên ku çeteyên DAÎŞ'ê sîvîl qetil dikir û nêzî navenda Kobanê dibû Arîn Mîrkan li Girê Spî çalakiya fedaî pêk anî di nava rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn navê xwe da nivîsandin. Çalakiya Arîn Mîrkan hêz da jinên Kurd. Bi vê yekê hemû cîhanê navê Yekîtiya Parastina Jinê (YPJ) di hişê xwe de bi cih kir. Li Tirkiyeyê gelê Kurd jî herikîn Pirsûsa Rihayê. Gelê Kurd ji bo çete sînor derbas nekirin bûn mertalên zindî. 
 
Ala serfiraziyê li Kobanê hat daliqandin. 
 
Hemû cîhan bû şahidê serîhildana Kobanê û hêzên koalisyonê yên navneteweyî jî li dijî DAÎŞ'ê bû hevkarê têkoşîna Kurdan. Têkoşîna gelê Kurd di 27'ê Çileyê 2015'an de bi serkeftinek mezin bi encam bû. Di 27'ê Çileyê de alên YPG û YPJ'ê li ser Kaniya Kurdan hat kilkirin. Berxwedana Kobanê ya ji tîrêjên rojê li cîhanê deng veda. 
 
Jinên Kobanê derbarê berxwedana Kobanê de hestên xwe anîn ziman û gotin:"Em ê tu carî berxwedana ku li cîhanê deng veda ji bîr nekin."
 
'Hêviya wan me xurt dikir' 
 
Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sara Xelîl wiha got:"Çeteyan bi hovî êrîşî me dikirin. Lê kenên li ser rûyê şervanan çeteyên hov têk bir. Heta dawî di nava taxekê de şervanên Kurd li berxwe dan û Kobanê ji çeteyan re nehişt. Di çavên keç û xortên me de tîrêjên serkeftinê hebû. Hêviya wan me xurt dikir."
 
'Şervanan soza xwe ya serkeftinê bi cih anîn'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Gulîstan Etî wiha got:"Çeteyên DAÎŞ'ê xwestin Kobanê dagir bikin û navê wê biguherînin. Dewleta tirk jî alîkariya DAÎŞ'ê dikir. Lê Kobanê neket û çete têk çûn. Kobanê bû sembola serkeftina jinên Kurd. Şervanan soza xwe ya serkeftinê bi cih anîn."
 
'Em ê tu carî berxwedana ku li cîhanê deng veda ji bîr nekin'
 
Endama Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star Sermîts Ehmed wiha got:"Di serdema ku DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir me gelek zehmetî kişand. Şervanên me şehîd diketin derman tune bû. Lê tevî hemû derfetên kêm dîsa em bi ser ketin. Bi hêz û îradeya xwe ya azad şervanên Kurd li Kobanê serkeftinek mezin bi dest xistin. Em ê tu carî berxwedana ku li cîhanê deng veda ji bîr nekin."