Gelê navçeya Qinê li dijî tecrîdê meşiyan
- 15:39 26 Çile 2019
- Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengiya Kongira Star gelê navçeya Qinê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven meşiyan.
Gelê navçeya Qinê û gundewarên wê yên girêdayî Katona kobanê li benda kontrola Hemdaşê Kom bûn, her wiha pankartên bi nivîsa 'Berxwedana Leyla Guven berdewam bikin rêber Apo azad bikin, Dengê heval Leyla dengê meye' wêneyên Leylayê û alên kongreya Star, YPJ' ê, PYD'ê û saziya Yekîtî û Pişrtgiriya gelan hatin hilgirtin.
Meş bi siloganên 'Bê serok jiyan nabe. Bijî berxwedana Leyla Guven' dest pê kir û li ber kaziya Qinê rawestiye.
Paşê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Endama kordînesyona Kongreya Star Almaz Romî çalakiya girevên birçîbûnê silav kir û wiha axivî: "Divê weke gelê Kobanê û bi taybet jin berxwedana Leyla Guven xurtir bikin. Xwedî derketina li Leyla Guven tê wateya şikandina tecrîda li ser rêber Apo, lewra jî em bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin û bi rêberê xwe re azad bijîn."
Her wiha Kewser Silêman endama PYD'ê jî ev yek got:"Tecrîda li ser rêber Apo tê wateya domandina komployê ye. Em ji dewleta Tirk re dibêjin em gelekî ku bi fikir û felsefeya rêber Apo jiyan dikkine, loma jî heta ku azadiya wî misoger nebe em ê ranewestin."
Meş bi siloganên 'berxwedan jiyan e, Faşîst Erdogan, Serkeftin ya Leyla ye' bi dawî bû.