Jinên Tebqayê: Em ê heta dawî piştgiriyê bidin Leyla Guven
- 15:36 26 Çile 2019
- Rojane
TEBQA - Komîteya Jin a rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya Tebqayê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ji Leyla Guven re nîşan dan.
Bi tevlîbûna Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Tebqayê, Rêveberiya Jin, Yekîtiya Jinên Ciwan, Endam û rêveberiyên saziyên sivîl û endamên komînan li Tebqayê ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê berdevka Komîteya Jin Wela El-Nacî hat, xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Em wek jinên Tebqayê dibêjin ku em ê heta dawî piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven. Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin û em dibên ev tecrîd ne hiqûqî ye. Di heman demê de em bêdengiya hêzên navneteweyî jî şermezar dikin. Em bang li Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku peywira xwe bi cih bînin. Felsefe û fikrên Rêber Apo rêya azadiyê û aştiyê nîşan dide. Loma divê hemû kes li dijî vê tecrîdê bisekinin.
Dê tu kes nikaribe rê li azadî û aştiyê bigire. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin kesên ku aştî û azadiyê diparêzin."
Daxuyanî bi dirûşma 'Bijî berxwedana Leyla Guven' bi dawî bû.