Ji bo çalakiya Leyla Guven li Minbicê meş hat lidarxistin

  • 14:46 26 Çile 2019
  • Rojane
MINBIC - Bi pêşengtiya Meclisa Jin bi sedan Jinên Minbicê bi meşekê piştevaniya xwe ji çalakiya Leyla Guven re nîşan dan.
 
Bi sedan jinên Minbicê bi pêşengtiya Meclisa Jin a bajarê Minbicê bi meşekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven. Meşê ji Nexweşxaneya Firatê dest pê kir û li Bajêr veguhert mîtîngê. Di meşê de wêneyên Leyla Guven, alên Meclisa Jin, Yekîtiya Jinên Ciwan, Malbatên Şehîdan û pankertên bi nivîsên:" Bi berxwedana Leyla Guven em ê dîwarên zindanan hilweşînin, dest bi dest li dijî terorê" hatin hilgirtin.
 
Piştî deqeyek rêzgiritin, li ser navê Meclisa Jin Nadiya Milhim, li ser navê Rêveberiya Sivîl Demokratîk li Minbic û Gundewarên wê Şehreban Derwîş, bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan Esma Mihemed, axivîn. Di axavtinê de berxwedaniya Leyla Guven û çalakiya wê hat silava kirin û piştgiriya xwe nîşan dan, her wiha hat gotin:" Wê çalakiya ji bo grevên birçîbûnê bidomin. Leyla rûmeta me ye."
 
Meş bi dirûşmeyên" Bijî berxwedana Leyla Guven, Bijî Jina Azad" bi dawî bû.