Heyeta Ewropayê piştgirî da çalakiya Leyla Guven
- 10:39 26 Çile 2019
- Rojane
AMED - Heyeta Ewropayê ya ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya Leyla Guven û ji bo rûniştina wê bişopîne hatibû Amedê wiha got:"Leyla Guven mafdar e. Daxwazên wê daxwazên me ne. Divê tecrîd bi dawî bibe."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 80'an. Ji bo şopandina rûniştina Leyla Guven ji Ewropayê heyetek hatibû Amedê. Heyetê derbarê çalakiya Leyl Guven de daxuyanî da.
'Daxwaza Leylayê daxwaza me ye'
Hevseroka Partiya Çep a Fransayê Danielle Simonnete wiha got:"Ji ber ku Leyla hat tahliyekirin em bextewar bûn. Daxwaza Leylayê daxwaza me ye. Em dixwazin demildest ev bêhiqûqiya ji holê rabe. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Em li dijî hewldana dagirkirina Rojava jî disekinin. Çimkî gelê Kurd li Rojava li DAÎŞ'ê ya hov şer kir û aştî anî. Loma me li Fransayê jî meş li dar xist. Me li meclîsa xwe jî daxwazên Leyla Guven anîn ziman û me daxwaza xwe ya ji bo bidawîkirina tecrîdê anî ziman. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê demildest hukumet gavê biavêje."
'Em sozê didin Leylayê û gelê Kurd em ê piştgiriyê bidin têkoşîna wan'
Alîkara Serokatiya Yeşiller Lorena Lopez Lacale jî wiha got:"Em li ser esasên demokrasiyê têdikoşin. Daxwazên Leyla jî ji bo demokrasiyê ye. Em dibêjin bila her kes bi çand û hunera xwe bijî. Hem em bûn şahidê tahliyekirina Leylayê hem jî em bûn şahidê faşîzma ku li Leylayê û li gelê Kurd tê kirin. Çimkî li vir hewldana aştî tê xwestin ku bê kriminalize bibe. Divê çareseriyek hiqûqî û siyasî bê dîtin. Bi şiva zagonê tu çareserî nayê dîtin. Em ê heta dawî ji bo çalakiya Leylayê piştigiriyê bidin.Em sozê didin Leylayê û gelê Kurd em ê piştgiriyê bidin têkoşîna wan."
Navên din ên ku di heyetê de cih digirin wiha ne:
Johan Petter Andresen - Norveç Kızıl Parti
Hakan Taş - Eyaleta Partiya Çep a Almanyayê
Lydia Samarbakhsh - Berpirsa Têkiliyên Dervê ya Partiya Kominist a Fransayê
Sylvie Jan - Nûnera Fransa EgalCité
Jean-Christophe Sellin - Sekretera Navneteweyî ya Partiya Çep a Fransayê