‘Em ê di 3’ê Sibatê de li Qada Azadiyê bin’

  • 09:09 26 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Parlamenterên HDP’ê ji bo mîtînga ku wê di 3’ê Sibatê de li Bakirkoyê ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, bang kirin û gotin: “Em bi dengekî xurt, hêz û piştgiriyê bidin hev, dengê Leyla Guven û girtiyan li her derê bidin bihîstin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê bi mîtînga li Stenbolê pêk bîne, deng bide Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe dest bi grevê kir. Parlamenterên HDP’ê ji bo mîtînga wê di 3’ê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoy a Stenbolê bi şîara ‘em ji bo aştî, ked, edaletê tên cem hev’ pêk bê banga tevlîbûnê kirin.
 
‘Em ê di 3’ê Sibatê de li Qada Azadiyê bin’
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya bi lêv kir ku hewcedarî bi mafê kedê, azadî, aştî û edaletê heye û wiha got: “Leyla Guven ji bo mafê demokratîkbûna mîlyonan kesî, ji bo pêşeroja welat, ji bo şikandina tecrîdê û riya aştiyê vebe ev 80 roj in di greva birçîbûnê de ye. Divê em bibin dengê Leyla Guven. Ew bi çalakiya xwe xwedî li canê mîlyonan kesî derdikeve. Em jî xwedî li wê derkevin. Em di 3’ê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bin.”
 
‘Leyla ji bo me hemûyan berxwe dide’
 
Parlamentera Sêrtê Meral Daniş bibîrxist ku Leyla Guven bi ji 200’î zêdetir girtî re li dijî tecrîdê ketine grevê û wiha pê de çû: “Berpirsyariyek mezin dikeve ser milê me. Piştî mîtînga Amedê ya Stenbolê jî di 3’ê Sibatê de pêk tê. Divê em bersivê bidin daxwazên wan. Em ji bo azadî, edalet, hiqûq û ya herî girîng jî ji bo jiyana mirovan, nirxên mirovahiyê divê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bin. Ji bîr nekin Leyla ji bo me hemûyan berxwe dide. Em hemû Leyla ne. Divê em teqez tecrîdê bişkînin.”
 
‘Ji bo Leyla Guven em 3’ê Sibatê de li Bakirkoyê ne’
 
Parlamentera Stenbolê Dîlşat Canbaz jî her kes vexwendî Qada Azadiyê kir û ev tişt anî ziman: “Em bi dengekî xurt hêz û piştgiriyê bidin hev û dengê Leylayê li her derê bidin bihîstin. Em ji bo xwedîderketa çalakiya Leyla Guven di 3’ê Sibatê de li Bakirkoyê ne.”
 
‘Em dengê xwe bikin yek’
 
Parlamentera Stenbolê Zuleyha Gulum jî bang kir û wiha got: “Em li vî welatî di pêvajoyek ku tecrîda giran tê meşandin de derbas dibin. Leyla ji bo tecrîd rabe, aştî pêk bê û azadî û demokrasî biafire ket grevê. Ne tenê ew bi sedan girtî niha di grevê de ne. Ew ji bo xwe neketine grevê. Ji bo gel ketine grevê. Werin em bi hev re deng bidin dengê wan .Em dengê xwe bikin yek.”
 
Parlamentera Amedê Remziye Tosun jî destnîşan kir ku ew di 3’ê Sibatê de li Qada Bakirkoyê destên xwe bidin hev û bibin dengê qêrîna li girtîgehan, tecrîdê bi vî awayî bişkînin.