Tevera li sînor didome: Hat îdakirin ku ew ê li TOKÎ'yan leşker bên bicihkirin

  • 09:06 26 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Tevgera li ser sînorê Nisêbîn - Qamişloyê berdewam dike, li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin hat îdakirin ku 5 taxên nêzî xeta sînor jî wê bên valakirin û li TOKÎ'yên ku qedexeya derketina derve li Nisêbînê hatine çêkirin jî wê leşker bên bicihkirin. 
 
Tevgera li ser sînorê bakur-rojjavayê Kurdistanê piştî biryara DYA'yê ya vekişandina leşkeran û niqaşên li ser avakirina "Herêmeke Ewle"  zêde bû. Li gel ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê  sewkiyata leşkerî a ber bi sînor ve berdewam dike, di rojên borî de jî hatibû îdakirin ku  heyetek ji Nexweşxaneya  Perwerde û Lêkolînê ya Leşkerî ya Gulhane(GATA) ya Enqereyê hatiye Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û li qatê 4'an ê vala yê nexweşxaneyê lêkolîn kiriye. 
 
Rêveberiya Nexweşxaneyê ku ji aliyekî ve ev îda piştrast kirin li aliyê din jî diyar kir ku derbarê qatê 4'an yê nexweşxaneyê ku wê ji leşkeran re bê veqetandin de tu belgeyeke fermî ji wan re nehatiye şandin.
 
Ji bo 5 taxên li ser sînor biryara valakirinê
 
Ji aliyekî dinê ve jî li gor îdiayên ku tên kirin hat ragihandin ku taxên nêzî sînor yên bi nav  Kişla, Moryakup, Yeşilkent, Dîcle û Yenîşehîr ên nêzî sînorê Qamişloyê ne jî bi hinceta "ewlehiyê" biryar hatiye dayîn ku bên valakirin û hat ragihandin ku li xanyên bên valakirin jî wê leşker alavên xwe bi cih bikin. Herwiha Esnafên van taxan jî anîn ziman ku bi îhtimala carekedin wê tevlihevî  dest pê bike esnafên mezin malzeme nafiroşin wan û ji ber vê zahmetiyan dikişînin. Welatiyên ku li van taxan dijîn jî  di dema îlankirina xwerêvebirinê de malên xwe terikandine û hatine li van taxan bi cih bûne ne. Welatiyên ku careke din naxwazin bên koçberkirin diyar kirin ku ew  malên xwe naterikînin. 
 
Bicihkirina leşkeran li TOAKÎ'yan!
 
Di nav îdayên ku tên krin de îdaya ku wê leşker li TOKÎ'yên li şûna xaniyên welatiyan ku hatin hilweşandin hatin çêkirin leker bên bicihkirin.