'Bi serîhildana Kobanê agirê azadiyê geş bû'

  • 09:05 26 Çile 2019
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Derbarê salvegera serîhildana Kobanê de jinên Kobanê diyar kirin serîhildanên gelê Kurd her dem di dîrokê de bi tîpê zêrîn hatine nivîsandin û wiha gotin:"Bi serîhildana Kobanê agirê azadiyê geş bû."
 
Di 2’ê Kanûna 2014’an de DAÎŞ’ê 350 gundê Kobanê bi dest xistibû û tevî çekên giran êrîşî navêndê kirin. DAÎŞ’ê digot ‘em ê nimêja ediyê li Kobanê bike’. Bi hezaran gelê Kobanê mecbûr man ku koç bikin. Li dijî çekên giran li Kobanê serîhildanek mezin hat lidarxistin û di 27’ê Çileyê 2015’an de Kobanê hat rizgarkirin. Di 27'ê Çileyê 2015'an de bi serîhildana Kobanê di dîrokê de rûpelekî nû hat vekirin. Têkildarî mijarê de jinên Kobanê bi lêv kirin ku serkeftina gelê Kurd her dem di dîrokê de bûye destan û wiha gotin:"Bi pêşengiya lehengên jin ên Kurd li Kobanê destana serîhildanê hat nivîsandin. Em bi şehîdên ku axa Kobanê bi xwîna xwe av dan serbilind in."
 
'Em ê her li berxwe bidin'
 
Senai Mislimê wiha got:"Dema ku şer dest pê kir ez çûm sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê. Demekê ez li wir mam. 5 zarokên min jî li Kobanê li berxwe didan. Piştre min got ez ê jî di oxira azadiya Kobanê de canê xwe bidim û ez vegeriyam Kobanê. Hêvî û têkoşîna me ya ji bo azadiya welatê me dê tu carî bi dawî nebe. Em ê her li berxwe bidin."
 
'Em amade ne ku ji bo axa xwe canê xwe bidin'
 
Senaiyê Êrûx diyar kir ku ew tu carî berxwedana Kobanê ji bîr nake û wiha got:"Niha mala ku ez lê dijîm nêvî jê hatiye hilweşandin. Lê sedema ku ez li vê malê dimînim ew e ku du şervanên YPG'ê li vir şehîd ketin. Ev ji bo min gelek bi wate ye. Em ê her dem doza azadiyê ya şehîdên xwe bişopînin. Şehîdên me rûmeta me ne. Em jî her dem amade ne ku ji bo axa xwe canê xwe bidin."
 
'Em hêvî dikin ku her tililiyên me ji bo azadiya me be'
 
Jina bi navê Newroz Celal wiha got:"Em gelek kêfxweş in ku niha li ser axa xwe dijîn. Di dema serîhildana Kobanê dewam dikir de me gelek zehmetiyên koçberiyê dikişand. Her roj em bi hêviya ku em ê vegerin Kobanê dijiyan. Piştî ku Kobanê ji çeteyan hat rizgarkirin me bi awayekî azad lîrand. Em hêvî dikin ku her tililiyên me ji bo azadiya me be. Şervanên leheng ên YPJ bi berxwedana ji cîhanê re bûn mînak. Li her derê Kobanê bîranîna şehîdan heye. Dibistana Serhed Nûdem jî di nava xwe de bîranîna 2 şehîdên ku li wir çavên xwe ji jiyanê re girt, dihewîne."
 
'Em neditirsiyan'
 
Edlê Bekir bal kişand ser têkoşîna Kobanê ya ku li cîhanê deng veda û wiha got:"Tevî ku pevçûn gelek giran bû dîsa jî em netirsiyan. Em li Kobanê ji şervanên xwe dibûn moral. Şervanan digotin 'Em dema ku alîkariya dayikan dibînin em hêzê digirin'. Ez bi vê gotinê gelekî kêfxweş dibûm. Em bi saya şervanên xwe îro li ser axa xwe bi azad dijîn."
 
'Em ê her dem li axa xwe xwedî derkevin'
 
Her wiha Fatma Mislim jî hestên xwe wiha anî ziman:"Piştî ku Kobanê azad bû em vegeriyan ser axa xwe û bêhnek rehet sitend. Şerdên koçberiyê gelek zehmet bû. Em ê her dem li axa xwe xwedî derkevin û rê nedin dijmin."
 
'Bi serîhildana Kobanê agirê azadiyê geş bû'
 
Meryem Mihemed Elî wiha got:"Bi saya têkoşîna gelê Kurd DAÎŞ û hevakarên wê negihaştin armanca xwe. Niha bi saya şervanên Kurd DAÎŞ ber bi tunebûnê ve diçe. Bi serîhildana Kobanê agirê azadiyê geş bû. Bi pêşengiya lehengên jin ên Kurd li Kobanê destana serîhildanê hat nivîsandin. Em bi şehîdên ku axa Kobanê bi xwîna xwe av dan serbilind in."