Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin

  • 16:52 25 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL- Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana hevdîtinê ya malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din red kir. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana ji bo hevdîtina ya xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ên bi rêya parêzern serlêdan kiribûn red kir. 
 
Daxwaza hevdîtinê ya malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konak û Veysel Aktaş ji aliyê heman dozgeriyê ve hat redkirin.