KESK'ê derbarê polîsên endamên DAKAP'ê derb kirin de serlêdana sûc kir

  • 16:08 25 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê, derbarê polîsên ku bi derbkirinê endamên DAKAP'ê derb kirin de serlêdana sûc kir. 
 
Konfederasyona Şaxên Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê, derbarê derbkirina derbkirin û binçavkirina endamên Platforma Dîcele Amed ya Jinan ( DAKAP) ku dema li ber Gitîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî li darxistin û ji aliyê polîsan ve bi derbkirinê hatin binçavkirin de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê  civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî bi tevlibûna hevparên KESK'ê û endamên DAKAP'ê hat pêkanîn.
 
Daxuyanî ji aliyê Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê Serap Kiliç ve hat dayîn. Serap diyar kir ku wan ji bo balê bikişîn se greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku wê encamên xeter bi xwe re bîne û ji bo mafê jiyanê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî li dar xistine.
 
Serap diyar kir ku ew ji bo rapora derbkirinê bigirin çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddînî Eyûbî lê bijîşkê peywirdar rapor nedaye wan û anî ziman ku ew ê derbarê doktorê rapor nedaye û polîsên jin bi derbkirinê binçav kirin de ji ber ku peywira xwe xirab bikar anîne serlêdana sûc bikin.